Rûsyayê bajarkê pêncê yê Donetskê li Ukraynayê kontrol kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê îro (În, 16ê Gulana 2025ê) ragihand ku, hêzên wan kariye bajarkê Folnoy Bolyeyê li Donetskê kontrol bikin, wesa jî ew bajark dibe devera pêncê ku hêzên Rûsyayê di vê heftiyê de kontirol kiriye û ji destê hêzên Ukraynayê derxistiye.
Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê di beyannameyekê de ragihand ku, yekîneyên Hêzên Rojhilata Rûsyayê pêş ve çûne û gehiştine bereyê bergiriyê yê aliyê Ukraynayê, bi wê pêşveçûnê jî bajarkê Folnoy Bolyeyê yê Donetskê kontrol kiriye.
Wezareta navbirî eşkere jî kir ku, hêzên Rûsyayê li gelek eniyan pêşve çûne û zirarên mezin gehandine hêzên Ukraynayê.
Artêşa Rûsyayê ragehandiye ku, hêzên wan komelgeheke serbazî ya Ukraynayê kiriye armanc, tevî alavên serbazî li eniyên pêş ên şerî ku lîwayên hêzên deryayî, du lîwayên bergiriyê yên herêmî û lîwayekezêrevaniya neteweyî lê bûn.
Artêşa navbirî eşkere jî dike ku, hezar û 130 serbaz hatine kuştin, 15 barhilgirên gulenebir, 41 timbêl, 22 top û pênc westgehên şerî yên elektronîkî wêran kirine û şewitandine.
Artêşa Rûsyayê ragihand ku, wan di vê heftiyê de bajarkên Kotliarivka, Miroliobofka, Mikhaylovka û Nefa-Alexandrovka yên Donetskê kontrol kirine.
Ev tevgerên serbazî yên Rûsyayê di demekê de ne ku, şandên Rûsya û Ukraynayê îro (În, 16ê Gulana 2025ê) bi amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan piştî sê salan ji şer û aloziyan li Stenbolê dicivin, pêxemetî wê yekê ku agirbestê ragihînin û aloziyan bidawî bînin.