Qubad Talebanî: Pirojeya Ronakiyê di berjewendiya xelkê hejar de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê dibêje, “Em dizanin projeya Ronakiyê, ku armanc jê dabînkirina elektrîka 24 seetî ye, di berjewendiya hejaran de ye.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Taeabanî îro (Yekşem, 18ê Gulana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, “Dema ku xelk projeya Ronakiyê şirove dike, tenê bihayê hikûmetê dibîne, bihayê jeneratoran nabîne ku dide.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, "Em dizanin ku projeya Ronakiyê di berjewendiya xelkê hejar de ye."
Cîgirê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed li roja Yekşemê (4ê Gulana 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê di derheqa projeya Ronakiyê de nivîsîbû, “Dabînkirina elektrîkê ya 24 seetî di çarçoveya projeya Ronakiyê de niha wekî wê yekê ye ku 125 hezar erebe li ser cadeyan rawestandibin.”
Cîgirê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî dabû ku, ji ber wê projeyê 700 jenerator li seranserê Herêma Kurdistanê hatine vemirandin, ji bilî ku nêzîkî 6 hezzar û 300 jeneratorên din jî mane ku bên rawestandin.
Li gorî zanyarên Projeya Ronakiyê, heta niha li Hewlêrê 530 hezar, li Silêmaniyê 40 hezar û li Dihokê jî 30 hezar hevpar hene.
Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend projeyên girîng ên xizmetan li seranserê Herêma Kurdistanê bi cih anîne, di nav wan de jî elektrîka 24 seetî ku wekî projeya Ronakiyê tê naskirin. Ev proje pêşiyê li Hewlêrê hat bicihanîn, paşî gihîşt parêzgehên Dihok û Silêmaniyê û li van nêzîkan dê bigehe Helebçeyê jî.