Hikûmeta Sûriyeyê dest danî ser 4 milyon hebên kaptagonê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku dest daniye ser zêdetirî çar milyon hebên kaptagonê, ku di nav madeyên pîşesaziyê de ji bo qaçaxçîtiyê hatibûn veşartin.
Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê îro (Duşem, 19ê Gulana 2025ê) ragihandinek parve kir ku tê de hatiye, "Li gorî zanyarên rast ên ku ji hêla çavkaniyên me ve bi me hatine dayîn, me di operasyonekê de li Laziqiyeyê dest danî ser barekî madeyên hişbir, ku di nav alavên pîşesaziyê de hatibû veşartin. Qaçaxçiyan plan dikir ku ew bi qaçaxî şandiban derveyî welatî."
Wezareta navbirî amaje jî daye, "Di wê operasyonê de zêdetirî çar milyon hebên kaptagonê hatin desteserkirin, ku di amûrên çêkirina tehînê de hatibûn veşartin."
Her di wê daxuyaniyê de hatiye, "Ew tometbarên ku peywendî bi wê mijarê ve hebû hatine girtin, herwesa alavên ku madeyên hişber tê de bûn jî hatine bindestkirin û kesên girtî jî ji bo lêpirsînê hatine şandin."
Ev yek jî piştî kêmtir ji hefteyekê çê bû, ku desthilatdarên Sûriyeyê dest daniye ser neh milyon hebên kaptagonê, ku qaçaxçiyan dixwest ew şandiban Tirkiyeyê.
Di seranserî şerê navxweyî de, rejîma Esed dahata firotina kaptagonê ji bo piştgiriya hikûmeta xwe bi kar dianî.
