Nuceyfî bo Feyaz: Hilbijartin nêzîk in, hûn dixwazin nêzî xelkê Mûsilê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê berê yê Nenawayê û Serokê Partiya Mûtehîdûnê Esîl Nuceyfî bersiva daxuyaniyên Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz da ku gotibû, “Tenê %4 ya xelkê Neynawayê meyl ji bo DAIŞê heye.”

Parêzgarê berê yê Neynawayê û Serokê Partiya Mûtehîdûnê Esîl Nuceyfî îro (Duşem, 19ê Gulana 2025ê) ji medyaya navxweyî ya Îraqê re got, “Divê ev daxuyanî wê demê bihata kirin ku xelkê Neynawayê bi tometa endametî yan alîkarîkirina DAIŞê hatibûn vederkirin û pişkinînên ewlehiyê wekî karteke zextê li dijî wan dihatin bikaranîn.”

Esîl Nuceyfî amaje jî da, “Niha ku xelkê Neynawayê bi xwîn, rûmet û pereyên xwe bêgunehiya xwe ji wan tometan selimandiye, ev daxuyanî tiştekî ji rastiyan naguhere, belkî tenê bizavek e ku xwe nêzî xelkê Mûsilê bikin ji ber ku hilbijartin nêzîk in.”

Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz her îro di daxuyaniyekê de got, “Mûsil ji serdema hejmonê derbaz bûye û ber bi tenahiyê ve diçe.” Amaje jî da, “Piraniya şêniyên Neynawayê ti têkiliyek bi rêxistinên terorîstî re tune ye.”

Falih Feyaz tekez jî kir, “Ez berpirsiyarê hûrbîniya ewlehiyê ya parêzgeha Neynawayê bûm, eşkere bû ku 96% ya şêniyan tomarên ewlehiyê yên durist hebûn. Di eynî demê de rêjeya kesên ku endamên DAIŞê bûn ji 4% zêdetir nebû.”

 
Fly Erbil Advertisment