Li Humsê Murşidî li dijî "êrîşeke tayifî û sivikatiya olî" xwe pêşan dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan kesên ji pêkhateya Murşidî di du rojên berî de li bajarokên Xesaniyê û Eqrebiyê yên li derdora Qusêrê li başûrê rojavayê parêzgeha Humsê, xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin. 

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, bûyer roja Şemiyê li gundê Siwadiyê yê nêzîkî bajarokên navborî qewimiye. Dewriyeyeke Ewlekariya Giştî 8 xortên ji Xesaniyê û Eqrebiyê yên ji pêkhateya Mursîdî desteser kirine, bi awayekî tund lê dane û di dema desteserkirinê de sivikatî li bawerî û sembolên wan ên olî kirine.

Xortên ku rastî êrîşê hatine gotin, endamekî dewriyeyê gefa serjêkirina yek ji wan xwariye, eger li hember sivikayetiya ku bi pêkhateya Murşîdî hatiye kirin, nebêje "Amîn". 

Weke nerazîbûnê li hember vê bûyerê, bi sedan kes di du xwepêşandanên aştiyane de li bajarokên Xesaniyê û Eqrebiyê kom bûn û daxwaza hesabpirsînê ji berpirsên bûyerê kirin. 

Hat ragihandin, rewşeke alozî û hêrsê di nava pêkhateya Murşidî de li Sûriyeyê û derveyî welat çêbûye, nemaze ku ev bûyer di çarçoveya rêze êrîşên dubare de tê ku ji Berçileya 2024an û vir ve li dijî endamên vê ûîkhateyê tên kirin ku di encama van êrîşan de zêdetirî 60 sivîlan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Soza vekirina lêpirsîneke bilez 

Ji aliyekî din ve, hejmarek berpirsên ewlehiyê û îdarî yên herêmê serdana cihê xwepêşandanan kirin, guh dan daxwazên welatiyan û soza "vekirina lêpirsîneke bilez û şefaf û hesabpirsîna ji sûcdaran bê derengî" dan.

Pêkhateya Murşidî, ku hejmara alîgirên wê bi sed hezaran kes tê texmînkirin, li Sûriye û derveyî welat dijîn. Ev pêkhate di sala 1923an de ji aliyê Îmam Selman El-Murşid ve hatiye damezrandin.

Gefa li ser pêkhateyan li Sûriyeyê

Ev aloziya dawî piştî zêdetirî mehekê ji karên tundûtûjiyê yên xwînrêj li herêma peravê ya Sûriyeyê tê, ku di encama wan de nêzîkî 1700 kes hatibûn kuştin, ku piraniya wan Elewî bûn. 

Herwiha di çend hefteyên borî de, di pevçûnên bi paşxaneya tayifî de li parêzgeha Siweyda û bajarokên Ceremana û Sehnaya yên li gundewarê Şamê, zêdetirî sed kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne, ku piraniya wan ji pêkhateya Durzî bûn.

 
Fly Erbil Advertisment