Konsolê Îtalyayê: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di asteke bilind de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê û Fermandarê Hêzên Bejahî yên Îtalyayê ragihandin, alîkariyên welatê wan ji bo Herêma Kurdistanê ne tenê di warê serbazî de ne, lê belê ev pêngav destpêkeke nû ye ji bo projeyên din di warên cuda de.
Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Thomas Sansone û Fermandarê Hêzên Bejahî yên Îtalyayê, îro 20ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li Hewlêrê, hûrgiliyên alîkariyên nû yên welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Thomas Sansone di destpêka axaftina xwe de spasiya Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî kir û got: "Spasiya Dr. Saman Berzincî dikim ku bi me re berdewam bûye û hevkar bûye. Bi awayekî astbilind, me amadekarî ji bo bexşandina dermanan kiriye."
Konsulê Giştî yê Îtalyayê da zanîn ku fikra vê bexşandinê ji aliyê şêwirmendê wan ê tenduristiyê li Îtalyayê û hevkarên wan ve hatiye pêşniyarkirin û hejmarek ji bijîşkên hêzên Îtalî jî li vir amade ne.
Sansone tekez kir: "Ev derman dê bibin alîkariyeke mezin ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê. Ev yek asta pêwendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de û nêzîkbûna gelên Îtalya û Kurdistanê nîşan dide. Herwiha, ev nîşana wê yekê ye ku Îtalya çiqas girîngiyê dide Kurdistanê."
Konsulê Îtalyayê herwiha amaje bi wê yekê kir ku hêzên Îtalî bêyî ku hest bi westandinê bikin li Kurdistanê amade ne û ev alîkarî destpêka projeyên zêdetir e. Got jî: "Ev alîkarî ne tenê di warê serbazî de ne, belkû em dikarin di warên din de jî alîkariya Kurdistanê bikin. Ev jî nîşana wê biratiyê ye ku di navbera me û Kurdistanê de heye."
Ev pêngava Îtalyayê weke berdewamiya piştgiriya navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo bihêzkirina sektora tenduristiyê li herêmê tê dîtin.