Li çiyayên Pelkanê mîrekî DAIŞê û alîkarê wî di êrîşeke asmanî de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand, di êrîşeke asmanî ya firokeyên F-16 ên Iraqê de li çiyayên Pelkanê, mîrekî DAIŞê û alîkarê wî hatin kuştin.
Jêrekî ji medyaya Iraqê re diyar kir, şeva borî 21ê Gulanê firokeyên F-16 ên Iraqî êrîş birine ser çend cihên li rojavayê Çiyayê Pelkanê li sînorê parêzgeha Selahedînê.
Diyar kir jî, di encama êrîşê de, mîrekî DAIŞê yê bi navê "Ebû Ehmed" û yek ji hevalên wî hatin kuştin.
Hat eşkerekirin ku her du kesên kuştî welatiyên Iraqê bûne û wekî endamên rêza duyemîn a serkirdayetiya DAIŞê dihatin hejmartin. Hêzeke ewlehiyê ya hevbeş jî sibeha Çarşemê ji bo lêkolînê çûye cihê bûyerê û termên kuştiyan nas kirine.
Çiyayên Pelkanê yên parêzgeha Kerkûkê, wek cihekî dijwar tê zanîn û eger heye ku stargehên veşartî yên rêxistina DAIŞê li wir hebin.