Parêzgarên Hewlêr û Sineyê peymaneke hevkariyê ya sêalî îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya sêyemîn civîna hevbeş a parêzgehên hevsînor ên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Parêzgarê Parêzgeha Kurdistanê (Sine) Areş Lehonî, peymaneke lihevkirinê îmze kirin.
Parêzgeha Hewlêrê îro 21ê Gulanê di daxuyaniyekê de belav kir, armanca vê peymanê xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyan û sûdwergirtina ji derfet û şiyanên heyî ji bo pêşxistina asta pêwendiyan, berjewendiyên aborî û xweşguzeraniya xelkê herêmê ye.
Peymana ku hat îmzekirin sê warên sereke li xwe digire: aborî, çandî-civakî-jîngehî, û zanistî-teknolojîk.
Di warê aborî de, xalên sereke yên lihevkirî ev in:
- Hesankariyên bazirganî û gumrikî, di nav de avakirina komîteyeke odeyên bazirganiyê ji bo çareserkirina nakokiyan.
- Hesankariya ji bo veguhestina kelûpelên bilez xirab dibin û berhemên çandiniyê.
- Pêşîlêgirtina biryarên ji nişka ve yên sînordarkirina kelûpelan.
- Handana ji bo veberhênana hevbeş û lidarxistina konferansên derfetên veberhênanê.
- Hesankariya ji bo danûstandina xizmetên teknîkî û endezyariyê.
- Pêşxistina geştyariya tenduristiyê û pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî yên pisporî li navendên Parêzgeha Kurdistanê ji nexweşên Herêma Kurdistanê re.
Di warê çandî-civakî-jîngehî de, li ser van xalan li hev hatiye kirin:
- Lidarxistina çalakiyên hevbeş ên wekî festîval, geştên nasînê, konferans û pêşangehên taybet di warê geştyarî û karên destan de.
- Hesankariya ji bo çûnûhatina geştyar û ziyaretkaran.
- Vejandina rêyên ziyaretê û yên dîrokî yên hevbeş.
- Danîna bingeha lidarxistina hefteya hunera Kurdî (fîlm, şano, festîvalên muzîkê).
- Hewldana ji bo damezrandina xelateke wêjeyî-hunerî û vekirina pêşangehên hevbeş ên pirtûkan.
- Avakirina arşîveke dîjîtal û databêseke hevbeş a wêje û muzîka Kurdî.
- Hevkarî di warê danûstandina hêza kar û parastina yasayî ya karkeran de.
- Hevkarî ji bo parastina daristanan û çavkaniyên jîngehê û çareserkirina pirsgirêkên hevbeş ên jîngehê.
Di warê xwendina bilind, dahênan û teknolojiyê de, li ser van mijaran lihevkirin çêbûye:
- Bihêzkirina hevkariya di navbera zanîngehên her du aliyan de, bi taybetî di warên zanistî yên nû de wekî zîrekiya destkird (artificial intelligence).
- Berfirehkirina hevkariyê di warê danûstandina mamoste û xwendekaran de.
- Lidarxistina konferans û çalakiyên hevbeş ên zanistî.
- Hewldana ji bo vekirina platformeke perwerdeya online (zanîngeha virtual).
- Pêkanîna projeyên lêkolînê yên hevbeş li ser pirsgirêkên wekî krîza avê û ziwabûnê.
- Hewldana zanîngehan ji bo yekkirin û yekxistina zimanê Kurdî bi hemû zaravayan bi şêwazê dîjîtal.
- Hevkarî ji bo pêşxistina aboriya dîjîtal û veberhênana di yekeyên teknolojiyê de.
Her du parêzgar dê bi berdewamî di pêwendiyê de bin, ji bo cîbicîkirina xalên vê hevtêgihîştinê, bi hevahengiya Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê û Dezgeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê.