Li Waşingtonê du karmendên Balyozxaneya Îsraîlê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Amerîkî ragihandin, du karmendên Balyozxaneya Îsraîlê li nêzîkî Muzexaneya Cihûyan li paytexta Amerîka, Washingtonê hatin kuştin. 

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Danî Danon ragihand, "du ji karmendên wan di dema beşdarbûna çalakiyekê de li Muzexaneya Cihûyan hatine kuştin". 

Danon da zanîn ku ev "kiryareke terorîstî ye li dijî Cihûyan" û got, "Baweriya me bi şiyana rayedarên federal heye ji bo parastina civaka Cihûyan."

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Cîbicîkar ê Komîteya Cihûyên Amerîkî (AJC) Ted Deutch ji kenala “ABC News” re piştrast kir û got, "Em ji ber vê kiryara tundûtûjiyê ya qirêj a ku li derveyî cihê civînê qewimî, matmayî mane."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, kuştina du karmendên Balyozxaneya Îsraîlê li derveyî Muzexaneya Cihûyan li Waşingtonê şermezar kir û ew weke "tawaneke hovane" ku armanca wê "dij-Cihûtî" ye bi nav kir.

Trump li ser platforma xwe “Truth Social” nivîsî: "Divê ev tawanên hovane yên li Waşington DC, ku bi eşkere armancên wan dij-Cihûtî ne, niha rawestin!" Herwiha got: "Cihê kîn û tundrewiyê li Amerîkayê nîne."

Senatorê Amerîkî Marco Rubio îro ragihand ku "rayedar li pey wan kesan digerin ku berpirsiyarê teqekirina li derveyî Muzexaneya Cihûyan li Waşingtonê ne, ku bû sedema kuştina du karmendên Balyozxaneya Îsraîlê."

Rubio li ser platforma X (berê Twitter) nivîsî: "Ev karekî eşkere yê tundûtûjiya tirsonek û dij-Cihûyan bû. Em ê şopa kesên berpirsiyar bişopînin û wan derxînin pêşberî dadgehê."

 
 
Fly Erbil Advertisment