Biryara Qedexekirina bîranîna Şêx Seîd hat hilweşandin

Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Dîyarbekirê di 13ê Sibatê de bernameyek bo bîranîna Şêx Seîd qedexe kiribû, li ser vê yekê jî Parêzer Mehdî Ozdemîr dijî vê biryarê serî li dadgehê dabû. Dadgehê di 20ê Gulanê de jî biryar da û got biryara qedexekirina bîranîna Şêx Seîd hatiye betalkirin.
Komeleya Şêx Seîd roja 13ê Gulanê xwest li ÇandAmedê bernameyekê bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî li dar bixe ku 13ê Sibatê wek salvegera destpêka Serhildana Şêx Seîd tê nasîn.
Li ser vê yekê jî Parêzgeriya Diyarbekirê jî bi hênceta ku zirarê dide yekîtiya neteweyî, zirarê dide nirxên komarê û çalakiyek neyasayî ye biryara qedexekirina bernameyê dabû.
Qedexekirina bîranînê di raya giştî ya kurd de rastî nerazîbûnên berfireh jî hatibû.
Li ser vê yekê jî Parêzer Mehdî Ozdemîr li dijî biryara Parêzgeriya Diyarbekirê serî li dadgehê da û dadgehê jî di 20ê Gulanê de encama dadgehê ragihand.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku: “biryara qedexekirina bîranînê ti sûdê nade gelemperiyê û her wiha qedexekirina bîranînê destêwerdana bikaranîna mafên bingehîn e.”