Wezîrê Derve yê Îranê: Hewlêr dikare bibe wek Dubey

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Abbas Areqçî, îro 22ê Gulanê di gotara vekirina yekemîn Konferansa Herêmî ya Dîplomasiya Parêzgehan de li bajarê Şîrazê ragihand, Hewlêr dikare ji bo berjewendiyên aborî yên Îranê roleke mîna Dubey bilîze.
Areqçî diyar kir: "Dema ez ligel Serokomar çûm Hewlêr û Silêmaniyê, ji min re eşkere bû ku van herdu bajaran li Herêma Kurdistana Iraqê potansiyel û zemîneyeke mezin heye. Bi taybetî Hewlêr dikare ji bo berjewendiyên me yên aborî roleke mîna Dubey bilîze."
Herwiha got: "Helbet, bajarên me yên din ên cîran jî hene ku dikarin kêm zêde heman rolê bilîzin. Bêguman, karîna Dubey mezintir e, lê divê em karîna bajarên din jî li ber çavan bigirin."
Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir: "Em dîplomasiya parêzgehan bi ciddî digirin û ev ne tenê ji bo xwe-nîşandanê ye."
Konferansa Herêmî ya Dîplomasiya Parêzgehan, îro li bajarê Şîrazê, bi amadebûna Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, parêzgarên parêzgehên sînorî û hejmarek dîplomat, dest bi karên xwe kir.