Artêşa Israîlê mûşekeke Yemenê êxist

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê ragihand ku, wan rê li mûşekekê gitiye ku ji Yemenê ber bi Israîlê ve hatiye avêtin. Di 24 seetên borî de, ev mûşeka sêyê ye ku tê êxistin.

Artêşa Israîlê îro (În, 23ê Gulana 2025ê) ragihand ku, wan mûşekek êxistiye ku ji Yemenê ber bi Israîlê ve hatiye avêtin.

Artêşa Israîlê herwesa di ragihandina xwe de got ku, ev mûşeka sêyê ye ku di dema 24 seetên borî de ber bi Israîlê ve tê avêtin û tê êxistin.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan li Israîlê, wê mûşekê çi zirarên canî nebûne û li Tel Avîvê zenga haydarkirinê hatiye lêdan.

Artêşa Israîlê herwesa duhî (Pêncşem, 22ê Gulana 2025ê) amaje da ku, wan mûşekek êxistiye ku ji Yemenê ber bi Israîlê ve hatibû avêtin.

Ji piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li Cotmeha 2023ê, Hûsiyan bi dehan êrîşên bi mûşek û dronan li dijî Îsraîlê pêk anîne. Gelek ji wan êrîşan hatin astengkirin an jî negihîştin armancên xwe.

 
Fly Erbil Advertisment