Amerîka: Em rêzê didin çaksaziyên Mesrûr Barzanî di warên cuda de

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê li ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên darayî û bankan de axivîn. Herwesa Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê jî matmayîna xwe ji bo pêşkeftina projeya 'Hejmara Min' diyar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Pêncşem, 23ê Gulana 2025ê) li Waşintonê bi Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Bradley Smith re civiya.
Li gorî ragihandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên darayî û sîstema bankan de hatin kirin.
Herwesa Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê matmayîna xwe ji bo pêşkeftina projeya 'Hejmara Min' diyar kir, piştgiriya tevahî ya wezareta xwe ji bo wê projeyê û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û got, “Em gelek rêzê didin bizav û çaksaziyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de û xasma jî di warê darayî de, û ew çaksazî dikarin ji bo welatên din jî bibin mînak.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasiya piştevaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê kir, ji bo piştgiriya wê di çaksaziyan de, û herwesa pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çaksaziyên darayî û dîjîtalîzekirina xizmetên giştî tekez kir.



