Rojnameya Maarivê ya Israîlî: Trump bêyî me nexşeya Rojhilata Navîn diguhere

Navenda Nûçeyan (K24) - Alon Ben David di gotarekê de di rojnameya Maarivê ya Israîlî de dibêje, "Donald Trump nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve çê dike, lê ew bêyî me vê yekê dike."
Alon Ben David gotarek di rojnameya Maarivê ya Israîlî de parve kir û tê de dibêje, "Donald Trump di serdana xwe ya Rojhilata Navîn û welatên Kendavî de amaje da ku niha hevpeymanên wî yên bibihatir hene, lê heta niha jî Israîl bi tena serê xwe û bi zextkirina li ser Netanyahu dikare di danana nexşeyê Rojhilata Navîn de rolekê bilîze."
Ew nivîskarê Israîlî di gotara xwe de amajeyê jî dide, "Ji ciwaniya min ve, bi salan Israîlî li ser wê yekê difikirîn ku Israîlê bikin wîlayeta 51ê ya Amerîkayê. Ji bo demekê di vê hefteyê de wesa xuya bû ku me gavek ber bi wî alî ve avêtiye, dema me dît ku serokê Amerîkayê bizav kir û yek ji rehîneyên me ji destê Hamasê azad kir. Lê li şûna ku em ber bi Amerîkayê ve biçin, em ji rêyê derketin û mîna Meksîkayê li me hat, ku ew yek ji wan welatan e yên ku Trump dixwaze jê rizgar bibe.”
Ben David amajeyê jî dide, "Têkiliyên di navbera Serokwezîrê Israîlê û serokên Amerîkayê de di salên borî de bilind û nizm bûne, lê ji bo me zehmet e ku em di 50 salên borî de demekê destnîşan bikin ku Amerîkayê bêyî haydarkirina me li Rojhilata Navîn gavên mezin avêtine. Niha Donald Trump nexşeya Rojhilata Navîn bêyî me ji nû ve çê dike.”