Tirîfe Ezîz: Girêbestên Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkayê li gorî armancên Trump in

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz ragihand, îmzekirina girêbestên mezin bi kompanyayên Amerîkî re bi nirxê zêdetirî 100 milyar dolarî, serkeftineke mezin e ji bo Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê.
Tirîfe Ezîz îro 23ê Gulanê li Washingtonê, ji rojnamevanan re got: " Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du rojên borî de civînên gelek serkeftî li gel endamên Encûmena Pîran (Senato) û Encûmena Nûneran a Amerîkayê pêk anîne."
Herwiha da zanîn, civîn gelek baş hatine kirin û go: "Em girîngiyê didin veberhênana li sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê û ev yek bi rêya îmzekirina girêbestên mezin bi kompanyayên Amerîkî re bi nirxê zêdetirî 100 milyar dolarî pêk tê. Ev serkeftineke mezin e ji bo Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê û herwiha ji bo kompanyayên Amerîkî jî."
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir, ev girêbest li gel armanc û hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo geşepêdan û pêşxistina enerjiyê li Rojhilata Navîn hevterîp in û hev digirin.
Di dawiyê de, Tirîfa Ezîz spasiya piştgiriya hikûmeta Amerîkayê kir û tekez kir ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê di demek gelek girîng de ye, da ku li gel rêveberiya nû û Kongressê pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bên pêşxistin û tekezî li ser wan bê kirin.