Erdem: Egera şerekî naxwe li Sûriyeyê heye lê welatên rojava û Amerîka vê naxwazin

Enqere (K24) – Hişyariya Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Marco Rubîo ya ku eger heye li Sûriyeyê şerek derkeve bû cihê nîqaşê. Ligel ku hin pispor dibêjin Rubîo ji bo piştgirî û wergirtina erêkirina senatoyê bo rakirina gemaroyan ser Sûriyeyê axaftinek wiha kiriye hin pispor jî dibêjin ger piştgşiriyek baş bo hikumeta Ehmed El Şera neye kirin eger heye şerekî naxwayî rû bide.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Senatoya Amerîkayê ragihand, dibe ku desthilata veguhêza a Sûriyeyê tenê çend hefteyan dûrî rûxînê be û eger Sûriye birûxê, wê demê şerê navxwe dê derkeve.

Rubîo piştgirî da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rakirina gemaroyan li ser Sûriyê û danûstandina rasterast bi hikûmeta Şamê re. Piştî vê hişyariyê jî niha tê meraqkirin ku perçe bûn an jî egera derketina şerekê naxwe li Sûriyeyê heye an na?

Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay jî amaje dike ku tu welat naxwaze şerek li Suriyeyê derkeve û Rubîo ji bo wergirtina piştgiriya senatoyê axaftinek wisa kiriye.

Serokê KAFKASAMê Prof.Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Li senatoya Emerîkayê ji bo rakirina gemaroyên ku ji ber şerê naxweyî li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin proseyek dest pê kir. Ji bo wergirtina erêkirina senatoyê, ev daxuyanî hat dayîn ku dibe şerekî navxwe derkeve. Şerek derkeve dê rotaya armancên Emerîkayê biguhere, Emerîka naxwaze şerek li Sûriyeyê rû bide. Ji ber vê jî dixwaze ambargo bê rakirin û piştgiriyeke xurt bo Sûriyeyê bê dayîn. Helbet dê dem dem şerên piçûk yên naxwe rû bidin. Lê dawiyê, Tirkiye, Îsraîl û Emerîka dixwazin îstîkrar hebe”

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî û Serokê SASAMê Suleyman Erdem jî dibêje Wezîrê Emerîkayê Rubîo behsa rewşa qadê jî dike û dide zanîn ku birastî jî ger gemaro neyên rakirin û welatên rojava bo hikumeta Ahmet Şara krediyekê venekin eger heye şerekî naxweyî derkeve.

Serokê SASAMê Suleyman Erdem dibêje: “Birastî potansiyela şerekî naxweyî heye. Demek nêz de Balyozê berê yê Emerîkayê yê ê Sûriyeyê Robert Ford got, Ahmed El Şara aliyê saziyên civakî yê îngilîz ve bo siyasetê tê amadekirin. Bawerim îstîxbarat jî di nav vî karî de ye. Eşkere kir ku ev demek dirêje welatên Rojava veberhênanan li Şara dikin. Di serî de Brîtanya û welatên Yekîtiya Ewropayê û Emerîka dixwazin Ahmed El Şara biserkeve. Ger ev gemaroyên ser Sûriyeyê neyên rakirin ew îhtimala biserketinê kêm dibe ku bibe sedama şerekî naxwe. Di serî de Brîtanya, Welatên Yekîtiya Ewropa û Emerîka jî vê naxwazin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de li Siûdiyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re hevdîtin kiribû û gotibû ew dê dorpêçên li ser Sûriyeyê rakin. Piştî vê Reutersê ragihand ku Amerîkayê balyozê xwe yê Enqereyê Thomas Barrack wekî nûnerê taybet ê ji bo Sûriyeyê jî erkdar kiriye.

 
 
Fly Erbil Advertisment