Pisporên li Moskoyê hevdîtinên Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi erênî dinirxînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îmzekirina peymanên gazê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û du kompanyayên Amerîkî de li Washingtonê, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di qada navxweyî û navdewletî de karvedanên berfireh li pey xwe anîn. Bi taybetî li Moskoyê, paytexta Rûsyayê. Pispor û şareza bi girîngî behsa van peymanan dikin û diyar dikin ku ev rêkeftin berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê misoger dike.
Hevdîtin û civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel karbidestên payebilind ên Amerîkayê û serpereştiya wî ji bo îmzekirina peymanan ligel herdu kompanyayên Amerîkî, HKN Energy û Western Zagros, tê dîtin ku piştgiriya Amerîkayê ji bo sektora enerjiyê ya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de digihîne qonaxeke bihêztir.
Derbarê mijarê de, şarezayê pêwendiyên navdewletî Dr. Îqbal Dûrre ji K24ê re ragihand: "Ez piştrast im ku peyman bingeheke yasayî heye. Eger bingeheke yasayî nebûya, ti aliyekî peymanê dê gaveke wiha neavêta."
Dr. Dûrre herwiha got: "Ev rêkeftin, ne tenê ji bo Kurdistanê, belkî ji bo tevahiya Iraqê bi sûd e. Em dizanin ku herêmên Erebî zêdetir pêwîstiya wan bi enerjiya elektrîkê heye, lewma divê hemû alî bi peymaneke wiha kêfxweş bibin. Mijareke din serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye; peymaneke bi vî rengî bawerî û pêgeha Hikûmeta Herêmê li cem Amerîka û welatên din zêde dike."
Ji aliyê xwe ve, rojhilatnas, şarezayê aboriyê û mamosteyê Zanîngeha Dibistana Bilind a Aboriyê li Moskoyê Mûrad Sadiqzade destnîşan kir, "Peymana enerjiyê ya di navbera rêveberiya Donald Trump û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gaveke mezin e."
Herwiha anî ziman ku herêm di guhertinên mezin re derbas dibe û siyaseta Amerîkayê di hin mijaran de yekalîker e. Sadiqzade bal kişand ser wê yekê ku ji bo rêveberiya Trump, û bi giştî ji bo polîtîkaya Amerîkayê, aliyê aborî û guhertinên di vî warî de xwedî pêşîneyeke taybet in.
Sadiqzade wiha pê de çû: "Di serdana Trump bo welatên Erebî de me dît ku dabînkirina ewlehiyê û hevahengiya aborî li beramber veberhênanên mezin pêk hat. Heman hevkêşe ligel Herêma Kurdistanê jî diqewime, ji ber ku Herêm bi çavkaniyên enerjiyê dewlemend e. Em dizanin ku kompanyayên Rûsî jî li wir karê veberhênanê dikin."
Bi giştî, li gorî dîtina pispor û şarezayên siyasî û aborî yên li Moskoyê, hevdîtin û civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel karbidestên Amerîkî û îmzekirina du peymanên di warê gazê de li Washingtonê, nîşana eşkere ya berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ye ji bo Herêma Kurdistanê û garantiyek e ji bo bihêztirkirin û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de.