Li Amêdiyê rêya peyade ya bû bi standardên UNESCOyê tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, kar û xebat ji bo pêşxistina sektora geştyariyê bi lez û bez berdewam dikin. Yek ji projeyên herî girîng ên ku niha tê cîbicîkirin, çêkirina rêyeke nû ya peyade ye ku dirêjahiya wê zêdetirî sê kîlometreyan e û li derdora navenda bajarokê Amêdiyê digere. Ev proje bi tenê ji bo peyadeyan û geştyaran hatiye dîzaynkirin.

Çêkirina vê rêyê li gorî standardên navdewletî yên UNESCO û bi hevkariya Rêveberiya Şûnwaran tê meşandin. Serpereştyarê projeyê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev proje li ser standardên UNESCO ye. Divê em rêzê li cihên şûnwarî yên ku di dema kolandinê de derdikevin, bigirin û her berhemeke şûnwarî ya ku bê dîtin, dê bi awayekî ewle bê veguhestin. Ev fikir û şêwazê projeyê cara yekem e li seranserê Iraqê tê cîbicîkirin." 

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku armanc ew e ku di cejn û helkeftên neteweyî de, wek Newrozê, derdora Amêdiyê bi alaya Kurdistanê bê xemilandin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, bi giştî 14 proje ji bo pêşxistina sektora geştyariyê li sînorê qeza Amêdiyê hatine destpêkirin û ev rêya peyade jî yek ji wan e. Armanc ji van projeyan ew e ku sîmayeke xweşik û geştyarî ya nûjen bidin navçeyê û bala geştyarên navxweyî û biyanî bikşînin.

Qaymeqamê Amêdiyê, Warşîn Selman Mihemed Tahir diyar kir, ev proje yek ji projeyên dilxwaz ên îdareya wan bûye û Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet daye pêşxistina sektora geştyariyê li deverê. 

Tahir got: "Di serdana Cenabê Serokê Hikûmetê bo qeza Amêdiyê de, giringiyeke taybet bi sektora geştyarî û geşepêdana vê deverê hat dayîn. Nêzîkî 14 proje ji bo vê mebestê hatine cîbicîkirin. Ev rêya peyade ya li derdora Kela Amêdiyê yek ji wan e û dê cihên şûnwarî yên wekî Qutabxana Qubehan û Dergehê Amêdiyê bi hev ve girêbide."

Li sînorê qezaya Amêdiyê, ji bilî projeyên geştyariyê, nêzîkî 210 projeyên din di warên cuda de wek avdanî, rê û ban û perwerdeyê de razîbûn wergirtine û piraniya wan di qonaxa cîbicîkirinê de ne.

 

 
Fly Erbil Advertisment