Omer Şêx Mûs: Ez serdana Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê wek gaveke pir mezin dibînim

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarê Kurd Omer Şêx Mûs radigehîne, “Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê gaveke mezin e û serkeftina diplomasiya Kurdan nîşan dide.”
Siyasetmedarê Kurd Omer Şêx Mûs îro (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragehand, “Em serdana Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê ji aliyê serkeftina dîplomasiya Kurd û Kurdistanê ve wekî gaveke pir mezin dibînin, xasma jî di asta bilind de wekî ku bi Wezîrê Derve û herwesa bi endamên Kongresê, Senatoyê û hejmareke berpirsên din ên Amerîkayê re jî civîn û hevdîtin kirin.”
Omer Şêx Mûs got, "Tevî wê yekê jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevpeyvîneke medyayî bi Fox Newsa Amerîkayî re kir. Vê yekê jî giraniyeke siyasî û diplomasî da Herêma Kurdistanê.” Herwesa got, “Ew peymanên bi şîrketên Amerîkayî re, ku bi qasî 110 milyar dolaran in, gelek hêz û şiyanan dide Herêma Kurdistanê.”
Wî siyasetmedarê Kurd ron jî kir, "Tiştê ku ji bo min girîng e ew e ku, ew peyman fermî û qanûnî ne û li gorî destûra bingehîn a Iraqê ne."
Omer Şêx Mûs li roja 7ê Sibata 1942ê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye ser dinyayê û yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.