Nêçîrvan Barzanî û şandeke rêkxistina FAOê berhingarbûna astengên warê çandinê gengeşe dikin

Nêçîrvan Barzanî û Qu Dongyu
Nêçîrvan Barzanî û Qu Dongyu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de got, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 26ê Gulana 2025ê)  pêşwaziya şandeke bilind a Rêkxistina Xwarin û Çandinê ya Neteweyê Yekgirtî (FAO) bi serokatiya birêveberê giştî yê wê rêkxistinê Qu Dongyu kir.”

Di wê civînê de, ku Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê Begerd Talebanî, Balyozê Iraqê li Îtalyayê Seywan Barzanî û Balyozê Iraqê li Rêkxistina FAOê jî tê de amade bûn, gengeşe li ser bihêzkirina hevkariyê di warên çandin, ewlehiya xwarinê û çavkaniyên avê de bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin kirin; herwesa wan li ser bandora guherîna keşûhewayê, çolbûn, kêmbûna avê û berhingarbûna astengiyên ku di warê çandin, av û xwarinê de rû bi rû bûne dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin.

Nêçîrvan Barzanî spasî û rêzên xwe jî ji bo kar û bernameyên wê rêxistinê li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dan û rola wê di bicihanîna projeyên pêşxistin û bidestxistina ewlehiya xwarinê de bilind nirxand, herwesa hemî piştgiriya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê jî ji bo kar û bernameyên FAOê tekez kirin.

Qu Dongyu jî ji aliyê xwe ve spasiya girîngîdana Herêma Kurdistanê bi kertê çandinê kir, herwesa amadebûna FAOê ji bo berfirehkirina warên hevkarî û bicîhanîna bernameyên stratejîk tekez kir, ku xizmeta armancên pêşxistina berdewam li Herêma Kurdistanê dikin.

 

 
Fly Erbil Advertisment