Doza kuştina Narînê: Cezayê hetahetayê ji bo dayik, mam û birayê wê hat pejirandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Herêmî ya Diyarbekirê di doza kuştina Narîn Guran a heşt salî de, biryara Heştemîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê pejirand ku tê de dayik, mam û birayê Narînê bi cezayê hetahetayê hatibûn sizadan.

Daîreya Yekemîn a Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Diyarbekirê, dosyeya îtirazê ya li dijî biryara ku di derbarê kuştina Narîn Guran de hatibû dayîn, nirxand. Daîreyê, bi piraniya dengan, biryarên Heştemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê yên derbarê bersûcan de pejirandin.

Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di rûniştina xwe ya roja 28ê Kanûna Yekem a 2024an de, dayika Narînê Yuksel Guran, mamê wê Salîm Guran û birayê wê Enes Guran bi tohmeta "kuştina biplan" bi cezayê heta hetayê yê girankirî ceza kiribû. Herwiha, Newzad Bextiyar ê ku termê Narînê veşartibû, bi 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Bûyer çi bû?

Narîn Guran a heşt salî, roja 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çoliyê yê ser bi navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Piştî 19 rojan ji windabûna wê, termê Narînê di çemê gund de hatibû dîtin. Li gor rapora Saziya Bijîşka Dadî, hatibû eşkerekirin ku Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment