Serokwezîr Mesrûr Barzanî sibe di civînekê de behsa serdana xwe ya bo Washingtonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê sibe 28ê Gulana 2025an, di civîna Encûmena Wezîran de behsa encam û destkeftiyên serdana xwe ya fermî ya ji bo Washintonê bike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê sibe 28ê Gulana 2025an, di civîna Encûmena Wezîran de behsa encam û destkeftiyên serdana xwe ya fermî ya ji bo Washintonê bike.

Di çarçoveya vê serdanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 19ê Gulanê li Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê li Waşintonê, serpereştî û çavdêriya merasîma îmzekirina du rêkeftinên girîng di warê enerjiyê de kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, herdu kompanyayên mezin ên Amerîkî di sektora neftê de, "HKN Energy" û "Western Zagros", her yekê bi awayekî cuda, du rêkeftinên mezin û stratejîk di warê pêşxistina sektora nefta Herêma Kurdistanê de ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Hat ragihandin ku nirxê giştî yê van rêkeftinan digihîje bi deh milyar dolaran û tê payîn ku bandoreke berbiçav û erênî li ser pêşxistina sektora neft û enerjiyê, herwiha li ser bihêzkirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê bike.

 
Fly Erbil Advertisment