Dîndar Zêbarî: Herêma Kurdistanê di dîrokê de rastî siyaseteke pir tund û tepeserker hatiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, ragihand ku Herêma Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de rûbirûyê siyasetên gelek tund û zordar bûye, weke komkujiya Enfalê, kîmyabarana Helebceyê û tawanên rêxistina DAIŞê.
Dîndar Zêbarî îro 27ê Gulana 2025an, di civîneke pisporên herêmî ya taybet bi kesên winda de axivî û got: "Di dirêjahiya dîrokê de Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî ve qurbaniyên herî mezin dane û siyasetên gelek tund û zordar li hember wê hatine meşandin."
Zêbarî behsa wan bûyerên bi êş kir, di nava gelek dehsaliyên borî de bi serê gelê Kurd de hatine û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê tawanên mezin ên weke Enfal, kîmyabarana Helebceyê û êrîşên hovane yên DAIŞê bûye.
Herwiha da zanîn: "Heşt hezar Barzanî hatin enfalkirin û zêdetirî 182 hezar kesên din li sînorê Germiyan û Badînanê heta niha di bin bandora Enfalê de mane." Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir ku bi deh hezaran Kurdên Feylî hatine revandin, koçberkirin, kuştin û mal û milkên wan hatine dagirkirin.
Derbarê gorên bikomî de, Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî aşkere kir, heta niha 75 gorên komî hatine vekirin û termên nêzîkî sê hezar û 600 qurbaniyên Enfalê ji bo Herêma Kurdistanê hatine veguhestin. Herwiha got: "Me komîteyek ji bo dîtina gorên din ên komî ava kiriye."
Dîndar Zêbarî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidî û got: "Kurdên Êzidî jî yek ji qurbaniyên sereke ne. Nêzîkî şeş hezar û 400 Kurdên Êzidî hatine revandin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîbû nêzîkî sê hezar û 500 Êzidî bi saxî vegerîne."
Li gorî Zêbarî, wan navendeke taybet ji bo çareseriya derûnî ya kesên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ava kiriye û niha zêdetirî hezar kes di wê navendê de tên dermankirin.