Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê: Peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê re baş in

Irman Topçu
Irman Topçu

Navenda Nûçeyan (K24) - Di merasîma Hefteya Xwaringeheya Tirkiyeyî de, ku ji aliyê Serokkomariya Tirkiyeyê û Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ve li Hewlêrê hatibû lidarxistin, Konsulê Tirkiyê got, "Hewlêr di çend salên borî de gelek pêş ketiye û hatiye guhertin"

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Irman Topçu îro (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê re baş in.” Herwesa got, “Hewlêr di çend salên borî de gelek pêş ketiye û hatiye guhertin"

Irman Topçu her di derheqa peywendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê de tekez jî kir, "Em bizavê dikin ku peywendiyên xwe zêdetir pêş bixin."

Her îro şandeke Encumena Hinardekarên Tirkiyeyê serdana Hewlêrê kir û, di merasîmekê de bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê, hevdîtinek ji bo hejmareke bazirganên Tirkiye û Herêma Kurdistanê li dar xist.

Ew Şanda Encumena Hinardekarên Tirkiyeyê nûnerîtiya 150 hezar şîrketan li Tirkiyeyê dike û armanca serdana wan pêşxistin û zêdekirina qebareya bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ye.

Fly Erbil Advertisment