Li kargeheke kîmyayî ya Çînê teqînek çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) - Li kargeheke kîmyayî ya parêzgeha Şandongê ya rojhilatê Çînê teqînek çê bû, di encamê de 5 kes mirin, 19 kes birîndar bûn û 6 kesên din jî winda ne.

Ajansa Xinhuayê ya Nûçeyan ragihand ku, ew kargeh ji hêla “Shandong Yudao Chemical Co.”yê ve li bajarê Weifangê tê birêvebirin. Herwesa got, “Ji ber wê teqînê camên çend avahiyên nêzîkî wê kargehê şikestine.”

Berpirsên rizgarkirinê di beyannameyekê de amaje daye ku, zêdetirî 200 karmendên rizgarkirinê gihîştine cihê wê bûyerê.

Herwesa rojnameya Beijing Newsê jî ragihandiye, “Eşkere bûye ku dû ji westgeha kîmyayî û dezgeheke din jî li nêzîkî wê derê bilind dibe.”

Wê rojnameyê amaje jî daye ku, “Dîwana Jîngehê ya Weifangê tîmek şandiye da ku cihê wê teqînê bipişkine, lê heta niha ti encamek nehatiye wergirtin. Ew nivîsîngeh şêniyên nêzîkî wê kargehê şîret dike ku, di vê demê de maskan bi kar bînin.”

Di salên dawî de li Çînê çend teqînên kargehên kîmyayî çê bûne, di nav wan de jî teqînek li devera Ningxiyayê li bakurê rojavayê Çînê li sala 2024ê û teqîneke din jî li başûrê rojhilatê parêzgeha Jiangxiyayê li sala 2023ê. Herwesa li sala 2015ê jî, teqînek li kargeheke kîmyayî ya bajarê Şandongê çê bû û bû sedema mirina 13 kesan.

 
Fly Erbil Advertisment