Sergey Lavrov: Pêşketina leşkerî ya Almanyayê metirsiyeke mezin e

Sergey Lavrov
Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigehîne, “Planên xurtkirina artêşa Almanyayê, ku vê dawiyê ji hêla Berlînê ve hatine eşkerekirin, gelek nîgeranker in.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çarçoveya konferansekê de li Moskoyê got, “Gotina vê dawiyê ya Şêwirmendê Almanyayê yê nû Friedrich Merz ku soz da ku Almanyayê bike hêza leşkerî ya herî mezin a Ewropayê gelek nîgeranker e."

Lavrov wekî amajeyek ji bo şerên cîhanî yên yekê û duyê jî got, "Gelek kesan di cih de serdemên sedsala borî anîn bîra xwe ku Almanya du caran bû hêza leşkerî ya herî mezin û karesat li pey xwe anîn."

Merz li destpêka vê mehê soz da ku, li beranberî zêdebûna gef û gumanên Rûsyayê ji parastina parzemîna Amerîkayê, Almanyayê bike artêşa xurttirîn artêşa asayî ya Ewropayê.

Şêwirmendê Almanyayê yê nû tekez jî kir, "Xurtkirina leşkerî ji karên me yên pêşiyê ye."

Lavrov li ser danûstandinên bi Ukraynayê re jî amaje da, “Divê rih û rîşalên hevrikiyên Ukraynayê bên çareserkirin.” Amaje jî da, “Di demeke nêzîk de dîrokek ji bo gera nû ya danûstandinan tê ragihandin.”

Eşkere jî kir ku, “Di van danûstandinên rasterast de, Mosko tekezê li ser wê yekê dike ku, Kîev hemî qanûnên cudakar ên ku niha li Ukraynayê kar pê tê kirin hilweşîne.” Tekez jî kir, “Rejîma Kîevê nûnerîtiya gelê Kirîmya û başûrê rojhilatê Ukraynayê nake.”

Herwesa got, "Divê daxwazên Rûsyayê yên girêdayî rewşa neatomî û bêalîbûna Ukraynayê bên bicihanîn," wekî amajedan ku Ukrayna bizav ji bo endametiya NATOyê kir da ku bû sedema pevçûnên di navbera her du welatan de.”

Lavrov di derheqa tevgerên welatên rojavayî, NATO û pirsgirêkên navneteweyî de jî ragihand, "Tedbîrên tolhildanê yên Rûsyayê tenê navendên leşkerî yên Kîevê dikin armanc."

Herwesa Mosko tekezkirina rojavayê ji bo bingeha yekparçeyiya axê red dike, di eynî demê de mafê diyarkirina çarenivîsa gelan paşguh dike. Herwesa dibêje, "Rûsya bi nîgeranî ji nêz ve çavdêriya civîna hêzên NATOyê dike."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov herwesa ragihand ku, welatê wî dê di demek nêzîk de bi Ukraynayê re gereke din a danûstandinên rasterast li dar bixe. Bi dirêjahiya sînorên wê."

 
 
Fly Erbil Advertisment