Mesrûr Barzanî: Amerîka bi girîngî li têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê re wek hevparekî dinêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 28ê Gulanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê, pêşkêşkirina encamên serdana fermî ya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê a bi serokatiya Serokwezîr bo Washington, paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hefteya borî de bû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya serdanê kir û ronî kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi girîngî li pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê wek hevpareke sereke dinêre.
Serokwezîr herwiha piştevaniya Washinotonê ji bo sazûmana destûrî ya Herêma Kurdistanê û maf û desthilatên wê yên destûrî bi girîng binav kir, bi armanca bihêzkirina sîstema federalî û parastina hebûna destûrî ya Herêmê.
Piştre Serokwezîr, kurteya hevdîtin û civînên şandê li Washingtonê ligel Kongres û îdareya nû ya Amerîkayê pêşkêş kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di hemû civînan de, herdu aliyan tekezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên hevbeş ên di navbera xwe de kirin bi armanca parastina berjewendiyên hevbeş û Herêmeke Kurdistanê ya bihêz di çarçoveya sîstema federalî ya naskirî di destûra daîmî ya Iraqê de.”
Herwiha hat amajekirin, derbarê civîna şandê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de, Serokwezîr pesnê daxuyaniyên Wezîrê Derve yên taybet bi piştgirîkirina Herêma Kurdistanê da, ku pabendbûna Amerîkayê bi piştgiriya Herêma Kurdistaneke bihêz û aram di çarçoveya Iraqa federal de, tekez kir. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Wezîrê Derve amadeyiya Amerîkayê tekez kir ji bo piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêmê, ku ev yek mijareke din a gotûbêjan bû.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Serokwezîr amaje bi pesnê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir, ji bo mêhvandariya Herêma Kurdistanê ji penaber û koçberan re û parastina mafên pêkhateyên neteweyî û olî yên cuda. Piştre her yek ji endamên şandê li gorî taybetmendiya xwe, hûrgiliyên zêdetir ên civîn û hevdîtinên xwe ji Encûmena Wezîran re pêşkêş kirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn, “Piştî gotûbêj û nirxandina encamên serdanê, Encûmena Wezîran pêşwazî li helwesta Amerîkayê kir û rêz û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya wê ya ji bo qewareya destûrî ya Herêmê û misogerkirina bicîhanîna desthilat û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de heye.”
Encûmena Wezîran tekez kir, “Herêma Kurdistan dê berdewam be li ser gotûbêj û danûstandinên xwe yên ligel hikûmeta federal ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî di çarçoveya destûrê de, bi taybetî mijara destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kompanyaya SOMO, ku dê roleke girîng di zêdekirina dahata bûdceya giştî ya federalî û pêşxistina veberhênanê di kerta petrol û gazê de li gorî destûrê bilîze û dahata wê ji bo xêr û berjewendiya hemûyan vegere, ku mixabin ji ber rawestandina vê proseyê ji Adara 2023an ve, ziyaneke bi gelek milyar dolaran gihandiye xezîneya giştî.”