Mesrûr Barzanî û Jurgen Lindstrom pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê li ser pêşxistina têkiliyên dualî û rewşa giştî ya li Iraq û herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Gulanê pêşwazî li Berpirsê Balyozxaneya Swêdê li Iraqê Jurgen Lindstrom kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan li ser pêşxistina têkiliyên herdu aliyan û rewşa giştî ya Iraq û herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Rola çalak a revenda Kurdî li Swêdê, koçberî û rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê jî mijarên din ên guftûgoyên civînê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment