49 otobêsên nû ketin xizmeta Diyarbekirê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bo hêsankirina trafîka Diyarbekirê, 49 otobêsên nû stand û nav ajokarên van otobêsan de jin jî hene, ajokarên jin dibêjin ewê rengek bidin bajêr û hevserokên şaredariya bajarê mezin jî dibêjin ev demek dirêj bû pêdiviya bajêr bi xizmetek wisa hebu û dê ev gav %50 yê pirsgirêkên veguhastina rêwiyan a nav bajêr çareser bike.
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve bi rêrismekê 49 otobêsên ku bo rêwitiya nav bajêr hatine standin hatin danasîn. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dan zanîn ku demeke dirêj bu wan dixwest van otobêsan bistînin lê rastî astengiyên wek bergiriyên sexberiyê dihatin lê dawiya dawî wan kariye vê xizmetê bigihînin welatiyan. Havserokan bal kêşandin ku ew hewil didin pirsgirêkên trafîkê yên nav bajêr gav bi gav çareser bikin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatûn ji K24ê re got: “Ez bawer im dê bi tevlîbûna van otobêsan pirsgirêkên trafîkê %50 çareser bibin, ev otobêsên 2025ê ne, nû ne, li gorî astengdaran jî hatine çêkirin, ez bawer im dê bo bajêr ximzteke xweş be.”
Di nava ajokarên otobêsên nû de jin jî hene, dê 10 jinên ajokar di nava bajêr de xizmeta veguhastinê bidin welatiyan, jinên ajokar dibêjin di nava ajokarên veguhastina nav bajêr de pirsgirêka lezçûnê heye ku dê jinên ajokar vê pirsgirêkê kêm bikin û her wiha dê rengek cawaz bidin trafîka bajêr jî
Ajokar Tûba Varan dibêje: “Jin dest bidin kîjan karî ew kar xweşiktir dibe, bi vana otobêsên nu jî dê trafîka Diyarbekirê rihet bibe, jin jiyan azadî.”
Bajarê Diyarbekirê her ku diçe fireh dibe, serjimêrî jî her ku diçe zêde dibe û otobêsên heyî vî barî nikarin rakin, ji ber wê ev xizmet girîng tê dîtin, welatî dixwazin pirsgirêkên din ên trafîkê jî çareser bibin.