Piştî ketina Esed, zêdetir ji 250 hezar penaberên Sûrî ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîkaya ragihand, piştî guhertinên siyasî û rûxana rejîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de, hejmareke berbiçav a penaberên Sûrî ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe. 

Elî Yerlîkaya îro 29ê Gulanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir, hejmara Sûriyên ku piştî rûxana Beşar Esed ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe gihîştiye 250 hezar û 64 kesan, ku ev jî dike zêdetirî 47 hezar malbat. 

Yerlîkaya herwiha amaje bi wê yekê kir, pêvajoya vegerê ne nû ye û got: "Ji sala 2016an heta roja îro, bi giştî 1 milyon û 126 hezar penaberên Sûrî ji Tirkiyeyê vegeriyane Sûriyeyê."

Yerlîkaya got jî, ew pêşbînî dikin ku bi hatina demsala havînê û girtina dibistanan re, hejmara penaberên ku vedigerin Sûriyeyê dê zêdetir bibe.

Rewşa Giştî ya Vegerê li Sûriyeyê

Rêvebera Operasyon û Parêzvaniyê ya Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Edem Wosornu roja 24ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, rewşa vegera koçber û penaberan bo Sûriyeyê ber bi başbûnê ve diçe. 

Wosornu gotibû: "Zêdetirî milyonek koçberên navxweyî (IDP) vegeriyane herêmên xwe û zêdetirî nîv milyon penaber jî ji derveyî welat, vegeriyane Sûriyeyê."

 
Fly Erbil Advertisment