Parêzgarê Hewlêrê: Elektrîk li taxên di nava bazneya rêya 120 metreyî de dê 24 demjimêrî be

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, di kêmtirî hefteyekê de, elektrîka hemû taxên ku dikevin nav Xeleka 120 Metrî ya Hewlêrê, dê bibe 24 demjimêrî.

Parêzgarê Hewlêrê îro 29ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, beşek ji pirsgirêka avê li hinek taxan ji ber kêmasiya elektrîkê bûye û got: "Niha bi dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî, pirsgirêka ava wan taxan jî dê were çareserkirin."

Omêd Xoşnaw da zanîn, zêdetirî %75ê projeya ava bilez a Hewlêrê temam bûye. Li gorî Xoşnaw, ev proje di qonaxa yekem de dê rojane 10 hezar metrên sêca avê dabîn bike û tê payîn ku destpêka meha Tîrmeha îsal, ava vê projeyê bigihêje beşeke mezin ji taxên Hewlêrê.

Xoşnaw wiha domand: "Kompaniyek tora navxweyî ya belavkirina avê çêdike û biryar e ku proje beriya dema diyarkirî temam bibe. Ev tor dê ligel projeya ava bilez, di meha Tîrmehê de bi hev re dest bi dabînkirin û belavkirina avê bikin."

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, projeya ava bilez dê xizmetê bigihîne zêdetirî %70ê wan taxên Hewlêrê ku ava projeyên Îfraz Yek, Îfraz Du û Îfraz Sê nagihîje wan û niha xwe dispêrin ava bîran.

Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, îsal ji ber hişkesaliyê, dabînkirina avê li Hewlêrê û Herêma Kurdistanê bi giştî di rewşeke dijwar de ye û bandora neyînî ya sala borî jî hîn li ser Herêmê xuya ye. Lê belê, wî teqez kir ku projeya elektirîka 24 demjimêrî dê bibe alîkar ji bo karkirina bênavber a bîrên avê, bi taybetî ji bo wan taxên ku pişta xwe bi ava bîran girê didin.

Projeya Ronakî:

Projeya Ronakî, yek ji projeyên stratejîk û niştimanî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an, elektrîka bênavber û 24 demjimêrî bigihîne hemû welatiyên Herêma Kurdistanê.

Derbarê berfirehbûna Projeya Ronakî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandibû, "heta dawiya sala 2025an, navendên bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dê bi temamî bibin xwediyê elektrîka 24 demjimêrî. Piştre heta dawiya sala bê (2026), proje dê bigihîje hemû gund û bajarokên Herêma Kurdistanê.”

 
 
Fly Erbil Advertisment