Mûsa Ehmed: Bi piştgiriya her kesî, em ê bingeheke xurt ji bo rûbirûbûna madeyên hişber deynin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, bi piştgiriya wezaret, dezgeh û navendên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên pîşeyî, sermayedar û welatiyan, ew ê bingeheke saxlem ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê deynin.
Bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 29ê Gulana 2025an, Hilmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir ji Hewlêrê ragihand. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di gotarekê de diyar kir: "Îro, rojeke dîrokî ye di têkoşîna mirovî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de bi çavdêriya Mesrûr Barzanî."
Mûsa Ehmed destnîşan kir: "Wekî projeyên xwe yên din, bi piştgiriya wezaret, dezgeh û navendên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên pîşeyî, welatî û sermayedarên Kurdistanê, em ê mînakeke ciwan û bingeheke saxlem ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir deynin."
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî eşkere kir, projeya rûbirûbûna madeyên hişbir, projeyeke berfireh û piralî ye. Herwiha got: "Gelek gotûbêj, danûstandina ramanan, lêkolîn û vekolînên me kirine ji bo dariştina planekê ku di heyama îsal de, ti navendeke xwendinê, navendeke olî, mizgeft û heta ti malek namîne ku li gorî asta têgihiştina xwe, şîret û metirsiyên madeyên hişbir bi awayekî zanistî ji wan re neyên ravekirin."
Mûsa Ehmed herwiha amaje bi wê yekê kir, di 26ê Mijdara 2024an de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê avakirina yekem navenda rehabîlîtasyona pêketiyên madeyên hişbir ve li Hewlêrê danîbû, ku ev navend ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêxistina LDS a Amerîkî ve tê avakirin.
Wî herwiha da zanîn, bi hevahengiya bi hevbeşên xwe yên li Kurdistan, Iraq û derve re, dê li hemû parêzgehan mînakên vê navendê ji bo rehabîlîtasyona pêketiyên madeyên hişbir bên vekirin.
Hilmet îro bi diruşma "Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem" hate ragihandin. Di merasîma ragihandina hilmetê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û hejmareke din ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de beşdar bûne.