Rubio: Piştgiriya Herêma Kurdistanê bingeha pêwendiya Amerîka-Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Wezîrê Derve Marco Rubio û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di pêwendiyeke telefonî de, li ser hevkarî û pêşxistina aramî û xweşguzeraniyê li Iraq û Sûriyê axivîn. 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce îro 29ê Gulanê di daxuyaniyekê de got: "Marco Rubio, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, bi telefonê pêwendî bi Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê re kir û gotûbêj kirin."

Tammy Bruce amaje bi wê yekê jî kir ku Marco Rubio û Nêçîrvan Barzanî, behsa girîngiya berdewamiya hevkarî û pêşxistina aramî û xweşguzeraniyê li Iraq, Sûriye û herêmê kirin. Herwiha got: "Wezîrê Derve yê Amerîkayê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevbeşiya ligel kompaniyên Amerîkî û hewlên ji bo bikaranîna çavkaniyên navxweyî yên enerjiyê û ji bo serxwebûna enerjiyê ya Iraqê."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê herwiha ragihand, Rubio tekez kiriye ku piştgiriya Amerîkayê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke bingeheke sereke ya pêwendiya Amerîkayê ligel Iraqê ye.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya Herêma Kurdistanê duh 28ê Gulana 2025an, di daxuyaniyekê de ragihandibû, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 28ê Gulanê danê êvarê pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, wergirt.

Di pêwendiyê de, her du aliyan teqezî li ser pêşxistina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir. Herwiha, behsa hevkariya di warê aborî û enerjiyê de û girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera wan de ji bo piştgiriya seqamgîrî û aramiya li Iraq, Sûriye û herêmê bi giştî kirin.

Birêz Wezîrê Derve yê Amerîkayê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo rol û hewlên wî yên di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rêya lihevtêgihiştin û gotûbêjên avaker.

Birêz Rubio teqez kir ku piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, wek bingeheke sereke ya pêwendiya stratejîk a Amerîkayê ligel Iraqê dimîne. Di beramber de, Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya Amerîkayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re tekez kir.

 
Fly Erbil Advertisment