Viyan Sebrî: Em ê li dijî neşandina mûçeyan yadeşteke nerazîbûnê didin Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sabrî ragihand, fraksiyonên Kurdistanî dê ji ber neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, yadeşteke nerazîbûnê pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bikin. Sabrî herwiha tekez kir, di vê mijarê de Dadgeha Federal a Iraqê li gel wan e.

Dr. Viyan Sabrî îro 29ê Gulanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, fraksiyonên Kurdistanî dê yadeşteke nerazîbûnê li dijî biryara Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî ya ji bo neşandina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bidin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî.

Li gorî gotina Seroka Fraksiyona PDKê: "Pêştir çend caran Komîta Darayî daxwaz ji Wezîra Darayî kiribû ku lîsteya xercikirina rastîn a Hikûmeta Iraqê ya hemû mehên îsal radestî wan bike, lê belê heta niha tenê ya meha Çile şandiye. Baş e, çawa di encamê de ji bo wan derketiye holê ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji xercikirina wê ya rastîn zêdetir budce hatiye xerckirin? Wan di bingeh de dane û amar neşandine. Em wê nivîsê red dikin."

Viyan Sabrî got: "Hemû fraksiyonên Kurdistanî, bi taybetî Fraksiyona PDKê baş dizanin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeteke destûrî û federal e. Rêkeftin jî di navbera herdu hikûmetan de hatiye kirin ku nabe mijara mûçeyan tevlihevî pirsgirêkên siyasî bibe. Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê jî pêştir biryar daye ku pêwîst e mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji pirsgirêkên siyasî dûr bên xistin û mehane bêyî ku rêgirî lê bê kirin, di dema xwe de bê xerckirin. Ji ber vê yekê, di vê pirsê de Dadgeha Federal bi me re ye."

Seroka Fraksiyona PDKê herwiha destnîşan kir, yasaya budceyê ji bo dubare hinardekirina petrolê hatiye sererastkirin, lê heta niha Hikûmeta Iraqê pabendî wê guhertinê nebûye da ku careke din petrola Kurdistanê bê hinardekirin.

 
Fly Erbil Advertisment