Dîndar Zêbarî: Zêdetirî 1700 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine desteserkirin

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di panela xwe ya kampanyaya neteweyî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, ku îro ji hêla Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ve li Hewlêrê hate organîzekirin, ragihand: 500 tûşbûyîyên madeyên hişber ji 800 tûşbûyîyan li çaksaziyên Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.” Herwesa got, “Zêdetirî 1700 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine hikimkirin û li çaksaziyan in.”

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) tevlî paneleke kampanyaya neteweyî ya madeyên hişber bû ku ji hêla Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ve li Hewlêrê hate rêkxistin.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê panelê de amaje da ku, li sala 2024ê zêdetirî hezar û 528 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine hikimkirin. Pêşbînî jî kir ku, îsal hejmara bazirgan û bikarînerên madeyên hişber yên ku hatine hikimkirin gehiştibe 1700 kesan.

Dîndar Zêbarî behsa rola rola kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna madeyên hişber de kir û got: Li sala 201ê nêzîkî 212 bazirgan û hezar û 182 bikarînerên madeyên hişber hatine girtin û hikimkirin, li sala 2024ê ev hejmar çar qat zêde bû û gehişt nêzî 831 bazirganan ku, hatine desteserkirin û hikimkirin. Eşkere jî kir ku, her li sala 2024ê nêzîkî 466 hezar kîlogramên madeyên hişber hatine desteserkirin, ji bilî toneka madeyên hişber ên krîstal.

Navbirî amaje jî da ku, li Silêmaniyê hezar û 190 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine desteserkirin û hikimkirin, hejmara giştî ya bazirgan û bikarînerên madeyên hişber ên ku li Herêma Kurdistanê hatine desteserkirin û hikimkirin gihîştiye nêzîkî du hezar bazirgan û bikarînerên.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Ji 800 tûşbûyîyên madeyên hişber, 500 kes li çaksaziyên Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.”

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê îro (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi drûşmê "Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem ve" kampanyayeke neteweyî rûbirûbûna madeyên hişber ragihand.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî wê kampanyayê bûn.

Fly Erbil Advertisment