Reuters: Netanyahu pêşniyara agirbestê ya Witkoff qebûl kiriye

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Reutersê parve kiriye ku, Serokwezîrê Îsraîlê li ser pêşniyara Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn ji bo agirbesta Xezzeyê razî bûye.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) li dû çend çavkaniyên haydar ragehandiye, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi pêşniyara Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff qebûl kir, ku agirbesteke demkî li Xezzeyê bê ragihandin û rehîneyên Îsraîlî û zindaniyên Filistînî jî bên berdan.

Wan çavkaniyan eşkere jî kiriye ku Netanyahu gotiye, “Razîbûna me li ser pêşniyara agirbestê ya Witkoff nayê wê wateyê ku şer bidawî dibe.”

Tevgera Hamasê jî ji aliyê xwe ve li ser kanala xwe ya Telegramê ragihandiye, "Pêşniyara Witkoff ji bo ragihandina agirbestê li Xezzeyê gehiştiye me û em dê bi awayekî berpirsiyarane û bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê me bike vê mijarê lêkolîn bikin."

Ev jî di demekê de ye ku, medyaya Îsraîlî îro ragehandiye, qonaxa yekê ya wê pêşniyara ku Witkoff duhî êvarê pêşkêşî Îsraîlê kiriye ev e; Ragihandina agirbesteke 60 rojî li kertê Xezzeyê, ku di wê demê de neh rehîneyên Îsraîlî dê bên berdan û 18 term jî dê ji bo wî welatî bên vegerandin.

Li gorî pêşniyara Witkoff, Îsraîl dê di roja yekê de xwe ji wan deveran vedikêşe yên ku vê dawiyê li bakurê Korîdora Netsarîmê dagir kiribûn, herwesa di roja heftê de jî xwe ji wan deveran vedikêşe yên ku li başûrê Korîdora Netsarîmê dagir kiribûn.

Herwwesa di wê pêşniyarê daxwaz dike ku, bi tevlîbûna Neteweyên Yekgirtî rojane alîkariyên mirovî li kertê Xezzeyê bên belavkirin, lê piştî qonaxa yekê ya agirbestê temam dibe, eger di navbera Îsraîl û Hemasê de ti lihevkirinek neyê kirin, Îsraîl dikare ji nû ve dest bi şerî bike.

 
Fly Erbil Advertisment