Îsraîl komelgeheke xwecihbûna Cihûyan li rojavayê Xezzeyê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Îsraîl berfirehkirina komelgeha xwecihbûna Cihûyan li kinarê rojava radigihîne.
Wezîrên Îsraîlê dibêjin, “22 cihên xwecihbûnê yên nû yên Cihûyan li kinarê rojava yê dagirkirî hatine pejirandin - ku berfirehkirina herî mezin di heyama bi dehan salan de ye.”
Ev komelgeh li gorî qanûnên navneteweyî neqanûnî tê hesibandin, lê Îsraîlê dest bi fermîkirina xwedîtiya Cihûyan li ser wan milkan kiriye.
Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz got, “Ev gav dê avakirina dewleteke Filistînî asteng bike ku dê Îsraîlê bixe xeterê." Di eynî demê de Serokatiya Desthilata Filistînê ev yek wekî gaveke "metirsîdar" binav kir.
Hamasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîş kir ser Îsraîlê, di encamê de hezar û 538 Îsraîlî û biyanî hatin kuştin, ku 286 efser û leşker û 764 sivîl bûn û 248 kes jî wekî rehîne hatin girtin. Her wê rojê Îsraîlê jî êrîşeke berfireh li ser Xezzeyê da destpêkirina.