Rêbaz Hemlan: Bexda zulmê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan ragihand, Bexda zilm û stemê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û ti hinceteke rewa ji bo neşandina mûçeyan nîne. Hemlan herwiha da zanîn, biryara Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî ya ji bo neşandina mûçeyan ne bi îradeya wê bûye, lê belê bi fermana Çarçoveya Hevahengiyê hatiye dayîn.

Rêbaz Hemlan duh di beşdariya di bernameyeke nûçeyan a K24ê de axivî û got: "Ji piştî rûxana rejîma Beisê ve heta niha, hikûmetên li pey hev ên Iraqê bi berdewamî zilmê li mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê dikin."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, berpirsên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê bêwefa derketine û wiha pê de çû: "Hikûmeta niha ya Iraqê bi piştevaniya serkirdatiya siyasî ya Kurd û aliyên Kurdî hatiye avakirin, lê mixabin wan ev qencî li ber çavan negirtiye. Hikûmeta Iraqê her dema ku desthilatdar bûye, berevajî destûrê li gel Herêmê muamele kiriye."

Hemlan bal kişand ser madeya 121ê ya Destûra Iraqê û got: "Di vê madeyê de hatiye diyarkirin ku dahat û sermayeyên Iraqê yên tevahiya gelê Iraqê ne bêyî cudahî. Herwiha, zulmeke mezin e ku welatî bibêjin biryarên Wezareta Darayî ya Iraqê ji ber peymanên Hikûmeta Herêmê yên bi kompaniyên Amerîkî re ne, di demekê de ku destûr rê dide me ku em van karan bikin."

Rêbaz Hemlan tekez kir, kiryarên Bexdayê yên li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê dijberî destûrê ne û got: "Di biryara Dadgeha Federal de jî hatiye ku nabe mûçe tevli mijarên siyasî û pirsa dahata petrol û ne-petrolê bibe. Tiştên ku li Bexdayê li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê tên kirin, zulmeke siyasî ya mezin e li hember Herêmê û baca vê yekê jî mûçexur didin."

Herwiha anî ziman, ti hinceteke yasayî û darayî di destê Bexdayê de nemaye ku mûçeyan ji Herêma Kurdistanê re neşîne, lê "tenê dixwazin îradeya xwe bi ser Herêmê de bisepînin û ev yek jî qet ji wan nayê."

Derbarê biryara Teyf Samî de, Hemlan got: "Kesekî nêzîkî Teyf Samî eşkere kiriye ku ew ji ber vê biryarê gelek nîgeran bûye, ji ber ku ne bi îradeya xwe ew biryar daye, lê belê bi fermana Çarçoveya Hevahengiyê bûye."

Li ser civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya li Pîrmamê, Rêbaz Hemlan diyar kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwe wek xwediyê pirseke mezin dibîne, lewma ji ber hesta berpirsiyariyê daxwaz kiriye ku îro Şemiyê dicive û aliyên siyasî jî tê de beşdar bibin. Hemlan got: "Mixabin hin aliyan ew mijar wek pirseke partiyê şîrove kirine, di demekê de ku civîn ne bi partiyan ve girêdayî ye, lê belê çarenûssaz e û di berjewendiya welatiyan de ye."

Hemlan sedema ne lidarxistina civînê li Parlamentoya Kurdistanê jî wiha şirove kir: "Ji ber ku Parlamentoya Kurdistanê hîn desteya serokatiya wê nîne, nikare civîneke bi vî rengî bi rê ve bibe."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn jî, serkirdatiya siyasî ya Kurd di nava hewldanan de ye ji bo ku ev kêşe bê çareserkirin û beriya cejnê mûçe bên şandin. Lê hişyarî da û got: "Eger berpirsên Bexdayê niyeta çareseriyê nekin, bila piştrast bin ku encam ji bo wan baş nabe." Herwiha hat ragihandin ku vê hefteyê şandeke pilebilind a Bexdayê dê serdana Hewlêrê bike.

Biryar e îro Şemiyê, 31ê Gulanê Polîtburoya PDKê li Pîrmamê ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive. Armanca civînê gotûbêjkirina wan pêşhatên nû ye ku Bexdayê derxistine holê û rasterast bi jiyan û mafên xelkê Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.

 
Fly Erbil Advertisment