Mezlûm Ebdî: Ez amade me Erdogan bibînim

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, ew bi Tirkiyeyê re di pêwendiyeke rasterast de ne û ew amade ye ku ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive. Ebdî herwiha tekez kir, ew dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re asayî bikin û pabendî peymana bi hikûmeta Şamê re ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî şeva borî di hevpeyvîneke ligel televîzyona "Şems" de, derbarê gelek mijarên girîng de axivî.

Peymana bi Şamê re û daxwazên Kurdan

Derbarê peymana ku di 10ê Adarê de di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de hatibû îmzekirin, Ebdî got: "Eger çareseriya ku em dixwazin di destûra Sûriyeyê ya dahatû de bê cihkirin, hingê em ê rihet bibin û nîgeraniya me dê ji holê rabe, û em ê tevlî proseya siyasî bibin. Em pabendî tiştê ku me û Şamê li ser li hev kiriye ne û niha em ji bo cîbicîkirina vê peymanê bi rêya komîteyên cîbicîkar dixebitin ku dê di nêzîk de bicivin da ku gavên pêwîst ji bo pêkanînê lêkolîn bikin."

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, kêşeya sereke "nêrîna herdu aliyan li ser hin madeyên peymanê ye, bi taybetî di warê tevlîkirina herêmê bi dewleta Sûriyê re."

Herwiha destnîşan kir, HSD hewl dide "parastina destkeftiyên ku bi xwînê hatine bidestxistin bike û herêma bakur û rojhilatê Sûriyê roleke bingehîn di avakirina Sûriyeyê de bilîze." Ebdî zelal kir: "Mebesta me ji nenavendîtiyê ew e ku gelê vê herêmê dixwaze saziyên heyî bi rê ve bibe."

“Federalî nayê wateya dabeşkirinê” 

Li ser biryarên "Konferansa Yekîtiya Helwesta Kurdî" ya ku di 26ê Nîsanê de li Qamişlo hatibû lidarxistin, Ebdî tekez kir: "Federalî di konferansê de hatibû pesendkirin, lê peymana ku me bi Şamê re pêk anîbû, behsa mijara federalîzmê an jî awayê rêveberiya paşerojê ya Sûriyê nekiribû. Em pabendî cîbicîkirina bendên peymanê ne û şanda ku dê bê avakirin dê vê mijarê bi hikûmeta Şamê re gotûbêj bike."

Derbarê daxwazên Kurdên Sûriyê de, Ebdî got: "Em dixwazin rêveberiyeke xweser ji bo rêveberiya xwecihî hebe û gelê herêmê saziyan ji aliyê ewlekarî û siyasî ve bi rê ve bibe. Federalî nayê wateya dabeşkirinê û me gelek caran gotiye ku em li dijî dabeşkirinê ne û piştgiriya yekîtiya axa Sûriyeyê dikin û pabendî tiştê ku me li hev kiriye ne."

Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re

Mezlûm Ebdî amaje bi rola Tirkiyeyê ya di şer de û dagirkirina beşek ji herêmên Kurdî kir û got: "Niha agirbesteke demkî û bi merc di navbera me de heye. Kanalên me yên pêwendiya rasterast bi Tirkiyeyê re û bi rêya navbeynkaran hene. Em hêvî dikin ku ev pêwendî pêş bikeve û ez ne li dijî hevdîtina bi (Serokkomarê Tirkiyeyê) Erdogan re me. Em ji bo avakirina pêwendiyeke baş bi Tirkiyeyê re vekirî ne."

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha got ku wan "pêşwazî li biryara derbarê Partiya Karkeran (PKK) kir û bandoreke erênî li ser herêma me kir û agirbest jî yek ji berhemên wê ye."

Girtîgehên DAIŞê û metirsiya terorê

Li ser girtîgehên ku di bin kontrola HSDê de ne û tê de çekdarên DAIŞê hene, Ebdî eşkere kir: "Gotûbêjên derbarê girtîgehan hêj dest pê nekirine û dê komîteyên hevbeş ji bo lêkolînkirina vê mijarê hebin. Ji bo me, pêşîniya sereke ewlehiya van girtîgehan e. Nêzîkî 10 hezar girtiyên me yên ji DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst hene."

Ebdî herwiha hişyarî da û got: "Metirsiya DAIŞê rast e û di dema dawî de zêde bûye. Hêzên me rastî êrîşan hatin û me di wan êrîşan de şehîd dan. DAIŞê ji valahiya ewlehiyê ya heyî li Sûriyê sûd wergirtiye û ew xwe li bajarên mezin birêxistin dikin."

Helwesta Amerîkayê 

Derbarê pêwendiya bi Washîngtonê re, Fermandarê Giştî yê HSDê tekez kir ku ew "nehatiye guhertin, û ji nû ve bicihbûna hêzên Amerîkî bandorê li karê me yê hevbeş ê li dijî DAIŞê nake." 

Fermandarê Giştî yê HSDê got, Amerîkî û hevpeymanên din ên di Hevpeymaniya Navdewletî de "di danûstandinên bi Şamê re alîkariya me dikin."

 
 
Fly Erbil Advertisment