Mesrûr Barzanî ji berpirsên liqên PDKê re: Erkên xwe yên girîng bicih bînin û nêzîkî gel bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li gel berpirsên liqên PDKê yên ku vê dawiyê erkê berpirsiyariya liqan ji wan re hatiye spartin, civiya.

Di civînê de, Cîgirê Serokê PDKê rênimayiyên pêwîst da wan û ew raspardin ku di asta erkên xwe yên girîng de bin, nêzîkî xelkê bin û bi awayekî baştir û zêdetir xizmeta xelkê bikin. 

Herwiha tekez kir, PDK ji bo parastina mafên xelkê Kurdistanê hatiye damezrandin û armanca sereke ya PDKê xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî di kombûnê de behsa guhertin û pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê hat kirin. Di vê derbarê de jî, tekezî li ser wê yekê kir ku xelkê Kurdistanê ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernade û divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên wê bê girtin. Ji bo vê armancê jî, PDK wekî her carê, di çepera pêşîn a parastina mafên gelê Kurdistanê de ye.

 
Fly Erbil Advertisment