Mesrûr Barzanî damezrandina YNKê pîroz dike û banga pêkanîna kabîneya nû dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 50emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tekezî li ser pêwîstiya lezgîn a pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîranê di peyamekê de ragihand: "Bi boneya 50emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Serok, Serkirdayetî û tevahiya endam û alîgirên Yekîtiyê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim."

Mesrûr Barzanî, ku di heman demê de Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, destnîşan kir: "Hêvîdar im YNK wek partî û aliyekî girîng ê Herêma Kurdistanê, di xebat û têkoşîna xwe de ji bo parastina doz û destkeftiyên niştimanî û sazûmana destûrî ya Herêma Kurdistanê serkeftî be."

Derbarê pêkanîna kabîneya dehemîn a hikûmetê de, Serokwezîr Barzanî got: "Di vê boneyê de, em tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de dikin, da ku karnameya xwe ya çaksaziyê û xizmetkirina gelê Kurdistanê berdewam bike û rûbirûyî kêşe û astengiyên herêmî û navçeyî bibe."

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di 22ê Gulana sala 1975an de li Sûriyeyê yekemîn civîna xwe ya damezrandinê lidar xist û projeya avakirina YNKê hat amadekirin. Civîna duyemîn di 27ê Gulana heman salê de li Berlînê bi serpereştiya Celal Talebanî, sekreterê koçkirî yê YNKê, hat lidarxistin û di 1ê Hezîrana 1975an de bi fermî damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat ragihandin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment