Erdogan: Geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Sûriyê de di demek nêzîk de dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, di demek nêzîk de geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dê ji nû ve dest pê bikin. 

Erdogan îro 3ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand: "Di demeke nêzîk de, Hêla Asmanî ya Sûriyeyê dê dest bi geştên xwe bo Tirkiyeyê bike. Kompanyaya AJet a Tirkî jî dê geştên asayî bo Sûriyeyê pêk bîne."

Serokkomarê Tirkiyeyê piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Sûriyeyê û hewlên wê yên ji bo yekrêzî û yekparçebûna welat tekez kir. Herwiha got, "tevî hemû hewldanên ji bo astengkirinê, em dibînin ku hikûmeta Sûriyeyê bi aramî ji bo yekrêzî û yekparçebûna welatê xwe kar dike."

Erdogan got jî: "Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya gel û hikûmeta Sûriyeyê bidomînin. Ji bilî van, em ê di warên cuda de li kêleka gelê Sûriyeyê bin." 

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê jî kir, "bi pêkhatina seqamgîrî û aramiya li Sûriyeyê re, dê hemû cîranên wê û hemû welatên herêmê jî sûdmend bin."

 
Fly Erbil Advertisment