Serokê Lijneya Qanûnî bo Sûdanî: Wezîra Darayî ya Iraqê bi rawestadina mûçeyan tawan kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Iraqê ji Serokwezîrê Iraqê re dibêje, “Wezîra Darayî bi rawestandina mûçeyên fermanberên Kurdistanê destûr binpê kiriye û tawan kiriye, divê hûn desttêwerdanê bikin û dawiyê li vê neheqiyê bînin.”
Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Iraqê Rêbwar Hadî li ser binpêkirinên qanûnî û destûrî yên Wezîra Darayî ya Federal Teyf Samî di derheqa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de nivîsareke fermî ji Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re şand.
Nivîsara Serokê Lijneya Qanûnî, ku duhî (Duşem, 02ê Hezîrana 2025ê) ji Sûdanî re hatiye şandin, amajeyê dide, “Li gorî madeya (61/2) a Destûrê û madeya (15) a Qanûna Hejmar (13) a sala 2018ê ya Parlamentoyê û pêkhateyên wê, herwesa amaje da nivîsara Wezareta Darayî ya Hejmar (14502) li roja 28/5/2025ê, ku li gorî wê Wezareta Darayî biryara Dadgeha Federal a Hejmar (224 a ykexistî ya hejmar 269 / Federalî / 2023) binpê kiriye ku tekez li ser xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kiriye; em tekez dikin ku ew mûçeyê fermanberan wergirtiye mafekî şexsî ye ku ji hêla Destûr û Qanûnên Xizmeta Kedê ve tê garantîkirin, û divê ji ber ti sedemekê neyên rawestandin."

Di pareke din a wê nivîsarê de amaje hatiye dan, "Wezareta Darayî ya Iraqê biryar da ku dana mûçeyan li ser bingeha raya Dadgeha Federal a Hejmar (4/Federal/2025/303) rawestîne, ku red kiriye biryara Hejmar (224) şîrove bike, yanî wê wezaretê sextekarî ji bo barîna mûçeyan kiriye. Di derheqa tewtînkirina mûçeyan de, Dadgeha Federal di nivîsara xwe ya (1405) de li roja 7/3/2024 de diyar kir ku, di çarçoveya hilbijartina fermanberan de û di nav wan bankên ku ji hêla banka navendî ve hatine pejirandin de, mîna dezgehên din ên welatî."
Serokê Lijneya Qanûnî tekez jî kiriye, "Wezareta Darayî dezgeheke bicihanînê ye û desthilata rawestandina mûçeyan nîne, wekî ku ti desthilateke din li Iraqê ew maf nîne. Xwedûrkirina ji bicihanîna qanûn û biryarên dadwerî tawanek e ku, li gorî bendên madeya 329ê ya Qanûna Cezakirinê ya Hejmar 111 a sala 1969ê tê cezakirin."
Rêbwar Hadî di nivîsara xwe de ji Serokwezîrê Iraqê xwestiye ku ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinên destûrî û bidawîanîna neheqiya li dijî fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê tê kirin desttêwerdanê bike û wê pirsgirêkê ji nakokiyên siyasî jî dûr bixe.
Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşema borî (28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.