Hûsî: Me êrîşeke serkeftî kir ser Balafirxaneya Ben Gurionê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hûsiyên Yemenê radigihîne ku, Hûsiyan êrîşeke serkeftî kir ser Balafirxaneya Ben Gurionê û nehiştin balafirên leşkerî yên Amerîkayî dakevin.
Berdevkê Hûsiyên Yemenê Yahya Saree ragihand, “Me bi mûşekên hîpersonîk êrîş kir ser Balafirxaneya Ben Gurionê ya Tel Evîvê.”
Yahya Saree herwesa got, "Ew êrîş bi awayekî serkeftî gihîşt armanca xwe. Ji bo roja duyê li pey hev, me karî rêyê li ber daketina balafirên leşkerî yên Amerîkayê bigirin, di eynî demê de hemî geştên wê balafirxaneyê jî hatin rawestandin."
Navbirî amaje jî da ku, hindî dorpêçên li ser Xezzeyê berdewam bin, ew jî dê êrîşên bi mûşek û dronan li ser Îsraîlê bidomînin. Soz jî da ku, êrîşên xwe berfireh bikin da ku zextê li Îsraîlê bikin ku dorpêçên xwe li ser Xezzeyê rakin.
Wezareta Bergiriyê ya Îsraîlê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, wan mûşekek xistiye xwarê ku ji Yemenê hatibû avêtin. Wezareta navbirî çi şiroveyeke din di vî warî de parve nekiriye.