Mesrûr Barzani pîrozbahiyê li Serokê nû yê Koreya Başûr dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serokê nû yê Koreya Başûr dike û tekezê li ser pêşxistina têkiliyên dîrokî yên navbera herdu aliyan dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 04ê Hezîrana 2025ê) li ser tora civakî ya Xê pîrozbahî li Lee Jae-myung kir, ku wekî Serokê nû yê Koreya Başûr hatiye hilbijartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Serokê nû yê Koreya Başûr re dibêje, "Ez bi hemî dilxweşî ve li benda bihêzkirina hevpariya di navbera hikûmetên me de û xurtkirina dostaniya demdirêj a di navbera gelên me de me."
Congratulations Lee Jae-myung on your election as President of the Republic of Korea.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 4, 2025
I look forward to strengthening the partnership between our governments and deepening the longstanding friendship between our peoples.
Namzedê Partiya Demokrat a Çepgir a Navendî ya Koreya Başûr Lee Jae-myung duhî (Sêşem, 03ê Hezîrana 2025ê) di hilbijartinên serokatiyê de, ku zêdetirî 35 mîlyon kesan tevlî wan hilbijartinan bûn, piraniya dengan bi rêjeya 49.4% bi dest xistin û ji bo dema pênc salên bê dê serokatiya wî welatî bike.
Hilbijartinên serokatiyê yên Koreya Başûr bi awayekî awarte hatin kirin, ev jî piştî ku di şeş mehên borî de alozî li wî welatî peyda bûn. Paştir Serokê berê, Yoon Suk Yeol, ji karî hat dûrxistin.
Lee Jae-myung piştî serkeftina di hilbijartinê de di gotarekê de ragihand, "Aştî ji şerî çêtir e û ez sozê didim ku, zêdegaviyên atomî û leşkerî yên Koreya Bakur bidawî bînim û ji bo vekirina asoyên nû di têkiliyan de jî bixebitim."