Viyan Sebrî: Hewldanên me ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, Serokwezîrê Iraqê desthilata çareserkirina pirsgirêka mûçeyên xelkê Kurdistanê heye û tekez kir ku hewlên wan ji bo çareserkirina vê kêşeyê dê berdewam bin.
Viyan Sebrî îro 4ê Hezîranê di daxuyaniyekê de belav kir, Pêşmergeyên Kurdistanê di rûxandina rejîma berê ya Iraqê de xwedî roleke sereke bûn û ji bo avakirina Iraqeke nû ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî bin, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, bi taybetî Serok Barzanî, hewlên mezin dan. Lê belê, Sebrî destnîşan kir ku ew daxwazên Kurdan ji bo Iraqeke nû ku mafên hemûyan tê de parastî bin, ji ber sedemên navxweyî û derveyî bi cih nehatin.
Viyan Sebrî herwiha da zanîn, ji sala 2014an ve, hikûmeta Iraqê bi hincetên cuda mûçe û budceya Herêma Kurdistanê biriye û hinardekirina petrola Kurdistanê jî rawestandiye. Wê ev kiryar wek hewldanek ji bo rawestandina geşepêdan û pêşketina Kurdistanê, ku Herêm ji hemû navçeyên din ên Iraqê di warê avedanî û xweşguzeraniyê de cihê kiribû, bi nav kir.
Herwiha Viyan Sebrî tekez kir jî, dema êrîşên tank û zirîpoşan negihîştin armancên xwe, hikûmeta Iraqê dest avêtiye qûta xelkê û ev yek binpêkirineke aşkera ya destûrê ye. Wê anî ziman ku ew wek nûnerên PDKê, ligel nûnerên din ên Kurd li parlamentoya Iraqê, dê li ser bidestxistina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê rijd bin.
Seroka fraksiyona PDKê got jî: "Em dixwazin ji raya giştî ya Kurdistanê re bibêjin ku Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê, li gorî madeya 60an a yasaya budceyê, xwedî desthilata zêdekirina terxankirina darayî ye ji bo dagirtina kêmasiya di pereyên tezmînata karmendan, pêdiviyên karebayê û pêdiviyên kelûpelên xwarinê de. Ji ber vê yekê, wî dikarî beriya cejnê mûçeyên xelkê ji van pereyan bişanda heta ku piştî cejnê pirsgirêk bên çareserkirin, lê Serokwezîr ew desthilata xwe ji bo xelkê Kurdistanê bikar neanî."
Viyan Sebrî herwiha girîngiya yekrêzî û hevxebatê li Herêma Kurdistanê û yekdengiya li Bexdayê dûpat kir û got: "Tişta ku em dixwazin li vir dûpat bikin, niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û lihevkirinê heye li Herêma Kurdistanê. Pêwîstiya me bi yekdengî û hêza hemûyan heye li Bexdayê. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku hêzên Kurd werin yekxistin da ku em karibin bandoreke bihêz li ser Bexdayê çêbikin."
Di dawiyê de, Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê careke din ji xelkê Kurdistanê re ragihand, ew ê bi hemû rêkarên destûrî, yasayî û dîplomatîk hewlên xwe ji bo çareserkirina kêşeya mûçeyan berdewam bikin.