Mela Bextiyar: Tevgera dîplomatîk a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê baş bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Mela Bextiyar dibêje: "Aliyên Iraqî şîroveyeke şaş ji bo referandûmê kirin û cîhanbîniya Serok Barzanî ji bo guhertinên navçeyê ciwan e." 

Mela Bextiyar, îro 4ê Hezîrana 2025an, beşdarî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24 bû. Xalên serekî yên gotinên Mela Bextiyar ev bûn:

"Hêzên Şîe hertim di danîna serokwezîran de nakok bûne"

Mela Bextiyar anî ziman ku rewşeke li Bexdayê heye ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî nikare wê derbas bike û got: "Sûdanî ji ber nerêkeftina Çarçoveya Hemahengiya Şîe bû serokwezîr. Hêzên Şîe hertim di danîna serokwezîran de nakok bûne û di her hilbijartinê de, şer li ser danîna serokwezîran dikin." 

Herwiha destnîşan kir ku "Sûdanî nikare kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike; nederbaskirina yasaya petrol û gazê, cihê gumanê ye."

"Aliyên Iraqî şîroveyeke şaş ji bo referandûmê kirin"

Derbarê têgihiştina federalîzmê de li Iraqê, Mela Bextiyar got: "Têgihiştineke babetî ya derbarê federalîzmê de li Iraqê nîne. Beşek ji aliyên Iraqî xwedî zîhniyeteke navendparêz in. Iraq ji guhertinên navçeyê ne qut e. Iraq xwedî dewleteke kûr e û aliyên Iraqî şîroveyeke şaş ji bo referandûmê kirin. Çanda demokrasiyê li Iraqê lawaz e." 

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku "Guhertinên navçeyê ji bo Kurdan dilxweşker û kêmpeyda ne û her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digirin. Kurd dikarin li hemberî guhertinan biryarê bidin." Lê belê, wî got ku "Kurd li hemû parçeyan bêpiştevan in."

"Tevgera dîplomatîk a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê baş bû"

Mela Bextiyar derbarê peymanên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de wiha axivî: "Peymanên Herêmê û Amerîkayê encama guhertinên navçeyê ne. Amerîka bi fermî piştgiriya peymanên ligel Herêmê dike û tevgera dîplomatîk a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê baş bû." 

Mela Bextiyar herwiha got: "Nabe opozîsyon dijayetiya peymanên warê enerjiyê bike û sîstema sermayedariyê hertim xwe nû dike."

"Ez piştgiriya rêkeftina PDK û YNKê dikim"

Li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, Mela Bextiyar diyar kir: "Diviyabû opozîsyon beşdarî civîna partî û aliyên siyasî yên li Pîrmamê bibûya. Hêj girêkên kor ên PDK û YNKyê nehatine vekirin û ez piştgiriya rêkeftina PDK û YNKyê dikim."

"Cîhanbîniya Serok Barzanî ji bo guhertinên navçeyê, ciwan e"

Di dawiya axaftina xwe de, Mela Bextiyar behsa hevdîtina xwe ya bi Serok Mesûd Barzanî re kir û got: "Sala borî ez li cem Serok Barzanî bûm û cîhanbîniya wan ji bo guhertinên navçeyê ciwan e." 

Mela Bextiyar herwiha li ser YNKê got: "YNKyê ya niha, ne YNKyê ya Mam Celal e; Mam Celal lûtkeya dilsoziyê bû."

 
Fly Erbil Advertisment