Bayram Bozyel: Şandeya Kurd a li Rojava hêviya me xurt dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ragihandina Şandeya Kurdî ji bo birêvebirina diyalogê bi hikûmeta Şamê û aktorên navneteweyî re, Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ragihand, “Şandeya Kurdî hêvîya me xurt dike.”
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel îro 5ê Hezîranê bi daxuyaniyekê, avakirina şandeyê bi dilgermî pîroz kir û got, armanca şandeyê nirxandina rewşa siyasî li Sûriyeyê li gorî berjewendiyên gelê Kurd û misogerkirina mafên neteweyî yên Kurdan li Rojava ye.
Bozyel baweriya xwe ya xurt anî ziman ku şandeya navborî dê hem berjewendiyên gelê Kurd biparêze hem jî di avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî de roleke erênî bilîze.
Di daxuyaniya Bozyel de wiha hat gotin: "Em di vê pêvajoya dîrokî de ji Şandeya Kurd a hevbeş a li Rojavayê Kurdistanê re serkeftinê dixwazin û piştgiriya xwe ya tevahî pêşkêşî wan dikin."
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her destkeftiyeke gelê Kurd li Sûriyeyê dê bandoreke erênî li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê jî bike.
Avakirina vê şandeya hevbeş weke gaveke girîng di siyaseta Kurdî ya li Sûriyeyê de tê dîtin û çaverê ye ku di rojên pêş de bi berpirsên hikûmeta Şamê û nûnerên navneteweyî re dest bi hevdîtinan bike.
Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo birêvebirina diyalogê bi hikûmeta Şamê û aktorên navneteweyî re, duh 4ê Hezîranê şandeyeke hevbeş a Kurd hat avakirin. Ev pêngav li gorî biryara ku di Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurd de, ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, hatiye avêtin.
Şandeya ku nûnertiya hemû partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava dike, bi serokatiya Mihemed Îsmaîl û Perwîn Yûsif e û ji van endaman pêk tê: Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwîş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif.