Putin daxwaz kir ku rojbûna Resûl Hamzatov wek Roja Zimanên Gelên Rûsyayê were ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn pêşniyar kir ku 8'ê Îlonê, ku salvegera jidayikbûna helbestvan û nivîskarê navdar ê Dagistanî Resûl Hemzetov e, weke "Roja Zimanên Gelên Rûsyayê" were diyarkirin. Putîn diyar kir, divê ev roj bi çalakî û ahengên taybet ên ji bo pîrozkirina zimanên cihêreng ên li Rûsyayê were pîrozkirin.

Serokê Sûriyeyê Vladimir Pûtîn roja 5ê Hezîranê di civîna li gel Encûmena Cîbicîkirina Siyaseta Dewletê ya ji bo Piştgiriya Zimanê Rûsî û Zimanên Gelên Rûsyayê de ev pêşniyar anî rojevê.

Putîn bal kişand ser wê yekê ku Hemzetov xwe weke xwediyê zimanê Avarî, ku zimanê wî yê zikmakî bû û herwiha zimanê Rûsî didît. Da zanîn, bi saya zimanê Rûsî, berhemên Hemzetov li seranserê cîhanê navdar bûne û gihîştine xwendevanên navneteweyî.

Herwiha, Serokê Rûsyayê tekezî li ser girîngiya parastina zimanê Rûsî kir û daxwaz kir ku ziman ji hin peyv, têgeh û biwêjên biyanî yên ku ne tenê feydeyê nadinê, belkî zirarê didinê û wateya wê dişêwînin, were paqijkirin.

Kî ye Resûl Hemzetov?

Resûl Hemzetov, helbestvanê navdar ê Dagistanê, di 8'ê Îlona 1923'an de li gundê Tsada yê herêma Xunzax a Komara Dagistanê jidayik bûye. Ew kurê helbestvanê navdar ê Dagistanê Hemze Tsada ye.

Piştî ku piraniya jiyana xwe li Meheçqelayê, paytexta Dagistanê, derbas kir, di 3'ê Cotmeha 2003'an de li Moskowê koça dawî kir.

Berhema wî ya herî navdar "Dagistana Min" e, ku ji bo zimanê Kurdî û gelek zimanên din ên cîhanê hatiye wergerandin. Ev pirtûk ji aliyê wergêrê navdar ê Kurd Ezîz Gerdî ve bo zaravayê Soranî hatiye wergerandin û di sala 1979'an de hatiye çapkirin.

 
Fly Erbil Advertisment