Ukraynayê êrîşî ser westgeheke kîmyayî ya Rûsyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Ukraynayê Şemiyê derengê şevê bi dronan êrîşek kir ser westgeheke kîmyayî li devera Tulayê ya rojavayê Rûsyayê, di encamê de agir bi wê westgehê ket û du kes birîndar bûn.

Parêzgarê devera Tulayê Dmitry Milyaev serê sibeha îro (Yekşem, 8ê Hezîrana 2025ê) li ser tora civakî ya Telegramê ragihand, “Ew agir niha hatiye vemirandin.”

Dmitry Milyaev amaje jî da, “Ti metirsiyek li ser kwalitiya bayê nêzî wê westgehê tune ye, lê çavdêriya jîngehê dê berdewam be." 

Êrîşên Rûsya û Ukraynayê li ser hev rojane berdewam in û zirarê digihînin dezgeh û yekîneyên akincîbûnê yên hev, lewma Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, "Çêtir e ku rê bi Rûsya û Ukraynayê bê dan ku demekê şer bikin û hev hilweşînin." Herwesa got, "Mimkin e wesa çêtir be rê bi wan bê dan ku ew demekê şer bikin û di dû re ew ji hev bên veqetandin."

Donald Trump amaje jî da, "Ez nafikirim ku Rûsya û Ukrayna dixwazin li hev bikin ji ber ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de mîna şerê di navbera du zarokan de ye ku ji hev nefret dikin."

Karbidestên Amerîkayê îro (Yekşem, 08.06.2025) ji Reuters re ragihand, "Em bawer dikin ku bersiva ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî êrîşa dronê ya dawiya hefteya borî li dijî Ukraynayê soz dabû, hîn nehatiye bicîhanîn û îhtîmal heye ku êrîşeke berfireh û piralî be. Roja wê êrîşê bi temamî nehatiye yekalîkirin, lê dê di van rojan de be.”

Berpirsekî din ê Amerîkayê ragihand, "Bersiva çaverêkirî çend rengên şiyanên asmanî vedigire, wekî mûşek û dronan.” Wan berpirsên armancên çaverêkirî yên Rûsyayê û hûrgiliyên wan ên hewalgirî eşkere nekirin.”

Hefteya borî Ukraynayê bi dronan êrîşî ser çend balafirxaneyên leşkerî yên Rûsyayê kir, û zirara wê gihîşt 7 milyar dolaran.

 
 
Fly Erbil Advertisment